Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Her sal bi mîlyonan Masiyên Behra Wanê tên kuştin

11/06/2018
in Uncategorized
A A
Her sal bi mîlyonan  Masiyên Behra Wanê tên kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Wanê, tevî ku nêçira masiyan vê gavê qedexe ye, rojane hema bêjin bi tonan masî bi rengekî qaçax têne girtin. Dewleta Tirk jî di bin navê pakkirina çem de masiyan diqelihîne.
Li Gola Wanê, ji 15’ê Nîsanê heta 15’ê Tîrmehê dema hêkkirinê ya masiyên Wanê (Încî Kefalî) ye. Lewma vê wextê qedexe ye ku masî bên girtin. Tevî vê qedexeyê jî hema bêjin her roj bi tonan masî bi rengekî qaçax tên girtin. Bi taybetî li navçeyên Erdîş û Bêgirê ku masî di vê demê de koçî van cihan dikin, tên qelihandin. Dewleta Tirk jî bi kepçeyan destekê dide vê komkujiyê. Li çemê Akkopru yê ji nava navenda Wanê derbas dibe, dewlet masiyan diqelihîne.
Saziya Karên Avê ya Dewletê bi navê ‘pakkirina çem’ de masiyan dikuje. Tevî ku dema hêkkirinê ya masiyan e, li çemê Akkopru karê ‘pakkirinê’ tê kirin û ev yek jî dibe sedema nerazîbûnan. Çemê Akkopru ku bi sed hezaran masî koçî wê derê dikin, ji ber ‘karê pakkirinê’ bûye herî. Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê Alî Kalçik bi bîr xist ku mafê her zindiyên li nava xwezayê heye ku bijî û li ber komkujiya ku dewlet li masiyan dike, rabû. Kalçik diyar kir, bi navê parastinê, bi salan e masiyên Wanê tên qelihandin.
LI ÇEMÊ AKKOPRUYÊ MASÎ TÊN QELIHANDIN
Kalçik da xuyakirin ku piraniya masiyan berê xwe didin çemên Delîçay, Zîlan û Bendîmahî, lê belê dewlet çavê xwe li masîgiriya qaçax a li van çeman digire û tedbîran nagire. Kalçik got, “Dema navbera 15’ê Nîsanê-15’ê Tîrmehê dema hêkkirina masiyan e û girtina wan qedexe ye. Lê belê li gel vê qedexeyê jî tedbîr nayên girtin. Dewleta ku ji bo parastina masiyan tedbîran nagire, li çemê Akkopru jî masiyan diqelihîne. Gelo di dema hêkkirinê de saziya Karên Avê ya Dewletê li çemê Akkopruyê çi karî dike? Ev karê tê kirin masiyê Încî Kefalî diqelihîne.”
DIVÊ EM XWEDÎ LÊ
DERKEVIN
Kalçik ji her kesî xwest ku li ber vê yekê rabin û got, “Bi salane di bin navê parastinê de masiyê Wanê diqelihîne. Her sal bi milyonan masî tên kuştin. Îsal ji her wextê zêdetir e. Her roj bi tonan masî tên girtin. Em bang li gelê xwe dikin, bi taybetî gelê Wanê ji bo xwedî li vî nirxê xwe derkeve. Divê em êdî pêşî li vê komkujiyê bigirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.