Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şaredarî pirsgirêka kanalîzasyonê çareser dike

11/06/2018
in Uncategorized
A A
Şaredarî pirsgirêka kanalîzasyonê çareser dike
Share on FacebookShare on Twitter

Li kolanên bajaroka Til Tewîl a girêday Hesekê pirsgirêka ava kanalizasyonê derketiye, şaredarî jî di nava hewldanan de ye pirsgirêkê çareser bike.
Li kolanên bajarokê Til Tewîl a nêzî 4 kîlometreyan bakurê bajarê Hesekê ye ava kanalizasyonan li kolanan kom bûye. Ev yek dibe sedema bîna genî û zêdebûna mêşûmoran. Metirsiya ku nexweşî di nava welatiyan de zêde bibe jî çêbûye.Rêveberiya Şaredariyê jî dibêje ku alavên wan nîne, lewma ew nikarin pirsgirêkê zû çareser bikin.Endamê komîna Til Tewîl ê Ezîz Reşo derbarê mijarê diyar kir ku şerederî li gorî derfetên xwe tev digere û got: “Di xebatên xwe de pir kêm dimîne. Ev demeke dirêje xeta ava kanalizasyonê heye, lê derfetên wan a pêkanîna wê ji ber nebûna alavan kêm e.
Reşo, destnîşan kir ku 9 gundên girêdayî Şeradariya wan bi yek traktora berhevkirina çopê ye û wiha dewam kir: “Gelek alav ji şaredariyê re pêwîst in. Alav nîne, lewma em bang li Desteya Şaredariyan dikin ku alavên pêwîst ji şaredariyê re pêşkêş bikin.”Hevserokê Şaredariya Til Tewîl Ciwan Ehmed jî derbarê mijarê de da zanîn ku pirsgirêka wan di aliyê alavan de heye û ev tişt anî ziman: “Bajarê Hesekê tenê sîtêrek avê heye, ev dibe asteng li pêşiya xebatên me. Di aliyê xizmetê de û çêkirina kanalizasyonan de em encex li gorî derfetên heyî tevbigerin.”
Ehmed bang li Desteya Şaredariyan kir ku alavên pêwîst ji şaredariya wan re pêşkêş bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desteyên Şaredariyan pêwîste derfetên ji şaredariyên me re zêde bike, ji ber herêma Hesekê fireh e û pêwîstî bi gelek alavan heye. Gelek rexneyên gelê me hene, lê em zêdeyî derfetên xwe nikarin tevbigerin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.