Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ehmed Misto yê çete hat kuştin

11/06/2018
in Uncategorized
A A
Ehmed Misto yê çete hat kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê –Efrînê kuştina çete Ehmed Misto girt ser xwe. Fermandariyê got, ”em ê hemû kesên xayîn ên di hembêza dagirkeriya Tirkiyê de tesfiye bikin.

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê –Efrînê kuştina çete Ehmed Misto girt ser xwe.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê – Efrînê daxuyanî da û kuştina seçeteyê Koma “El-Cebha El-Şamiya” Ehmed Misto (Ebû Eslan El-Kurdî) girt ser xwe û detayên tesfîyekirina wî eşkere kir.
Daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê – Efrîn wiha ye:
“Dîrok diyar dike ku temenê dagirkeriyê kurt e û ne mumkine dirêj bibe, zû an dereng be dê dagirkerî fatureya sûcên xwe bide.
Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, gelek çete derketin ku şîrê pîroz ê dayikê li ser şer û îxanetê rijandin, xwe avêtin himbêza dijminê Tirk, bi qasî ku dijmin zulm li wan kir wan jî zulm li ser gelê xwe meşandin. Ew kesanan rûmeta xwe winda kirin û serî ji dijminên hov re tewamdin.
Kesên ku em qala wan dikin, bi qirêjiya xwe nikarin feyde li gelê xwe bikin, piştî ku erka xwe li gel dijmin bi dawî bikin wê werin avêtin û şewitandin.
Li ser vê esasî, wekî Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê em li ser soza xwe ne ku em ê hemû kesên xayîn ên di hembêza dagirkeriya Tirkiyê de tesfiye bikin. Her wiha em berpirsyariya xwe li ser kuştina çete Ehmed Misto (Ebû Eslan) radighînin. Şervanên me çend rojan tevgera çete Misto şopand, herî dawî di êvara 7‘ê Hezêranê de kuştin, dema ku ji nuqteya xwe ya leşkerî ya li navçeya Mabata bi erebeya Jeep derdiket şervanên me ku tevgera wî dişopand li navenda navçeya Mabata yê kemîn jê re danîn gule lê reşandin, di encamê de hate kuştin û erebeya wî li ser rê qulipî.
Çete Ehmed Misto, ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dijminahiya gelê xwe dikir. Ji roja yekê ve xwe xist hembêza dewleta Tirk, li wir ji aliyê MIT ve perwerde dît. Paşê wekî fermandarê Meydanî yê koma çete ya El-Cebha El-Şamiye li Daret Îza hate erkdarkirin. Çete Misto li Daret Îza çete perwerde kir û wan ji bo êrîşên li ser Efrînê sor dikirin.
Dema ku êrîşên barbar ên Tirk li ser herêma Efrînê, çete Ehmed Misto bi awayekî çalak beşdarî êrîşên li ser Cindirêsê û Şiyê bû. Piştî dagirkirina Efrînê Misto berê xwe dide gundê lê jidayik bûye, Mîrka (Hesê). Li vir dîsa kiryarên xwe yên hovane, ji kuştin, revandin, heqaret, talankirin û koçberkirin…hwd li dijî gelê xwe berdewam kir. Ehmed Misto şêniyên gundê Meydan Ekbez ji malên wan derdixistin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dikir.
Li ser tiştên ku me bi bîr xistin, em bang li hemû kesên ku hatin xapandin û beşdarî komployên qirêj ên dewleta Tirk bûne ku li van kiryarên qirêj vegerîn. Em dibêjin ku dagirkeriya Tirkiyê nikare wan biparêze.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.