Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, gundên Şemas û Hîlweyê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.
Pêngava Bagera Cizîrê ya QSD’ê ku ji bo paqijkirina başûrê Hesekê dest pê kir, dewam dike. Pêşdeçûyçna şervanên QSD’ê berdewam dike.
Piştî şerekî dijwar, şervanên QSD’ê gundên Şemas û Hîlwe yên bi 18 kîlometreyan li rojhilatê Şedadê ne roja 9’ê Hezîranê rizgar kirin.
QSD’ê li gundên hatin rizgarkirin dest bi paqijkirina ji bermayiyên çeteyên DAÎŞ’ê kir.






