Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til-Hemîsê, Goristana Şehîd Rexib El-Atiye sererast dike. Li gorî rêveberan wê xebatên sererastkirinê heta 5 mehan berdewam bike. Goristana Şehîd Raxib El-Atiye di 13’ê Tebaxa 2017’an li gundê Salihiyê yê rojavayê navçeya Til-Hemîsê, hatibû vekirin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til-Hemîsê, Goristana Şehîd Rexib El-Atiye sererast dike. Li gorî rêveberan wê xebatên sererastkirinê heta 5 mehan berdewam bike.
Goristana Şehîd Raxib El-Atiye di 13’ê Tebaxa 2017’an de li gundê Salihiyê yê rojavayê navçeya Til-Hemîsê, hatibû vekirin. 37 şehîdên YPG, YPJ û QSD’ê di vê goristanê de hatin veşartin.
Meclîsa Malbatê Şehîdan a Kantona Cizîrê ji 1’ê Gulanê ve, dest bi sererastkirina goristanê kirine.
Şaredariya Gel a navçeyê jî 47 şitil li goristanê çandin, 11 stunên elektrîkê danîn, li gorî şaredariyê elektrîk di heftiyek din de bighêje goristanê. Meclîsa Malbatên Şehîdan bîrek avê li goristanê kola.
Rêveberên ku li ser xebatên sererastkirina goristanê disekinin diyar kirin ku wê heta 5 mehên din jî berdewam bike
Şehîd Raxib Atiyê, şervanek YPG’ê ji navçeya Til-Hemîsê ye. Di destpêka meha Tebaxa 2017’an di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd dikeve. Şehîd Raxib yekem şehîdê ku li goristana navçeyê tê veşartin…ANHA






