Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir di encama lêgirînên leşkerî yên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê de gelek rewşên xeternak derketin holê û destnîşan kir ku ew daxwaza dîyalogê ya hikûmeta Sûriyê erênî dibînin. MSD’ê wiha got, “weke Meclîsa Sûriya Demokratîk ji dema hatiye damezrandin ve, ji bo rijandina xwînê li Sûriyê raweste hewldanên me ji bo diyalogê berdewam dikin.”
Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD girêdayî rewşa dawî ya giştî Sûriyê daxuyaniyek da û piştrast kir ku di encama hewldanên çareseriya leşkerî ya aloziya Sûriyê de metirsiyên mezin derketine. MSD’ê diyar kir ku wan daxwaza Hikûmeta Sûriyê ya diyalogê bê dudilî qebûl kirine û daxuyaniyên hikûmetê erênî nirxadine.
Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:
Heşt sal di ser şoreşa Sûriyê re derbas bû û ji ber hewldanên çareseriya leşkerî gelek encamên metirsîdar derketin û rewşa radîkalbûnê û parçebûna civaka Sûriyê zêde bû. Bi taybet koçberkirin, guhertina demografîk û destwerdanên hêzên derve hişt ku lihevhatinên di navbera aliyên Sûriyê de tune bibin.
Atmosfêra radîkalbûnê geş bû û komên terorîst hatin avakirin û rojane kiryarên xwe li dijî hemû pêkhateyên Sûriyê dane meşandin. Êdî eşkere ye ku berxwedana li dijî vê diyardeyê gava yekemîn ber bi çareseriya Sûriyê ve ye. Ev gava li hemberî vê metirsiyê yekîtî ye, bi taybet ji ber ku ev diyarde çarenûsa welat û paşeroja wê têk dibe. Lê razemenîkirina di vê mijarê de û dijberiyên di navbera aliyên aloziyê de hişt ku teror geş bibe û çareseriya siyasî lawaz bibe.
Destwerdana hêzên derve ti çareserî ji aloziya Sûriyê re neanîn û rijandina xwîna welatiyên Sûriyê berdewam bû, tevî ku hin dewletan îdîa kirin ku dê aloziyê çareser bikin û şer bi dawî bikin. Sûriye ji aliyê Koma Astana ve weke herêmên serweriyê hate parçekirin, guhertina demografîk dane meşandin û hin herêmên ku di giştî aloziya Sûriyê de aram bûn, têk birin. Herêma Efrînê ku aram bû û pêşwaziya koçberan dikir, bi hevpeymanekê û komployên veşartî hate dagirkirin û yekîtiya axa Sûriyê xistin metirsiyê. Dagirkerên li Efrînê jî parçebûnê ferz dikin û cûdahiyê li ser bingehên mezhebî û nijadperestî dixin nava pêkhateyên civakê.
Aliyên Sûriyê nas kirin ku ne pêkan e çareserî bi rêbazên leşkerî pêk were û danûstandinên bi riya navbênkaran ti encaman bi xwe re nayne. Aliyên destwerdanê dikin jî li gorî berjewendiyên xwe alîkariya aliyekî ji van aliyan dikin, ji ber vê yekê divê çareseriya siyasî di navbera aliyên Sûriyê de bi awayekî rasterast esas bête destgirtin, da ku gelê Sûriyê karibe çarenûsa xwe dûrî destwerdanên derve diyar bike û rê li pêşiya parçekirina welat û razemenîkirina aloziya wê bigire.
Di vê çarçoveyê de û ji destpêka aloziya Sûriyê ve pêkhateyên Bakurê Sûriyê rêbazekî cûdayî herêmên din ên Sûriyê dane meşandin. Pêkhateyên Bakurê Sûriyê xeta sêyemîn di aloziyê de esas girtin û ji bo herêmên xwe ji şer û wêranê dûr bixînin xwebirêxistin kirin û rêveberiya xwe ya xweser ava kirin. Pêkhateyên Bakurê Sûriyê bi vê yekê karibûn aramiyê li herêmên xwe biparêzin û binesaziya herêmê biparêzin û aboriya xwe û rewşa civakên xwe pêş bixînin. Her wiha projeyên damezrêner ên avakirina sîstemeke demokratîk, piralî û nenavendî diyar kirin û kevirkoşeya avakirina Sûriya nû danîn.
Em weke Meclîsa Sûriya Demokratîk ji dema hatiye damezrandin ve, hewldanên me ji bo diyalogê berdewam in. Ji destpêkê ve nêrîna me ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ew e ku tenê bi diyalogê çareser dibe. Di vê derbarê de em rastî çavbirçîbûna hin aliyan dihatin ku çareseriya leşkerî esas digirtin û daxwazên pêkhateyan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve dihatin paşguhkirin. Her wiha paşguhkirina çareseriya demokratîk û israra mayîndina desthilatdariyê berdewam bû û ji hêzên civakî dixwaze ku xwe radestî siyasetên rêjîmê bikin an jî li hemberî şerekî leşkerî rû bi rû bimînin.
Me xwe bi van gefxwarinan re mijûl nekir û me ji bo şerê li dijî terorê xebatên xwe dane meşandin û herêmên ku rêjîmê ji terorê re vala kiribûn, me rizgar kirin. Dema ku hikûmeta Sûriyê daxuyaniya vekirina deriyê danûstandinan da, me bê dudilî û tavilê ev helwesta hikûmetê qebûl kir. Me daxuyaniyên hikûmetê yên ber bi hevdîtinên di navbera aliyên Sûriyê de erênî şîrove kirin, da ku derfeteke nû were peydakirin û guhertineke ber bi rawestandina lehiya xwîna welatiyên Sûriyê ve pêk were û xebatên peydakirina aramiyê û jinûve avakirinê bêne destpêkirin. Em hêvîdarin rêbazekî lihevkirinê were peydakirin da ku hemû nûnerên gel li hev bicivin û nêzîkbûna Sûrî Sûrî de pêk were û ji siyasetên tekalî û tunekirinê were dûrketin. Çareseriya Sûriyê bêyî hevgirtina hemû aliyên Sûriyê temam nabe da ku Sûriyeke demokratîk li gorî destûrekî ku hemû alî têde di erk û peywiran de weke hevûdu bin, weke avakirin.”






