Şandeyek ji Rojavayê Kurdistanê bi şandeyên başûrê Kurdistanê re civiya.
Şandeyek ji Rojavayê Kurdistanê ku ji Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Endamê Têkiliyên Doplomasî yê TEV-DEM‘ê Kamîran Mehdî, Hevserokê Nûnertiya Rojava ya Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen pêk dihat serdana şandeyên Parlanamtoya başûrê Kurdistanê, jinên Kurdistanê û şandeya Oldaran ên li Başûrê Kurdistanê kirin.
Hevdîtin li avahiya Nûneretiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Silêmanî pêk hat. Di hevdîtinê de, Ebdulkerîm Sarûxan pêşketinên siyasî girêdayî Rojava û Bakurê Sûriyê, nirxand.
Sarûxan, girîngiya yekîtiya gelê Kurd a li hemberî êrîşên li dijî kurdan destnşan kir, bal kişand li ser destwerdana Tirkiyê ya li axa Başûrê Kurdistanê û bêdengiya hikûmeta herêmê û diyar kir ku ji bo rawestandina zêdegaviyên Tirkiyê pêwîste xebatên hevbeş ji aliyê kurdan ve werin kirin.
Ebûlkerîm Sarûxan hevdîtin bi Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Taha Resûl re pêk anî. Resûl jî diyar kir ku pêwîste li hemberî êrîşên Tirkiyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxisitn û piştgiriya ji bo Rojava re berdewam bike..






