Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em rê nadin dagirkeriya Tirk

11/06/2018
in Uncategorized
A A
Em rê nadin dagirkeriya Tirk
Share on FacebookShare on Twitter

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê gelê başûr ketiye nava tevgerê. Ciwanên welatparêz ên li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Qendîlê û bûn mertalên zindî diyar kirin ku ew ê rê nedin dagirkeriya Tirk.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Qendîlê bûne mertalên zindî, banga yekîtiyê kirin û gotin, “divê her ciwan li ber faşîzmê rabin.”
Ciwanên welatparêz ên li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Qendîlê û bûn mertalên zindî destnîşan kirin ku çalakiyên wan wê bê navber bidomin.

ÇALAKIYÊN ME WÊ BÊ NAVBER BIDOMIN
Baran Bermiyanî yê ji Kerkûkê diyar kir ku ji bo li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ew li Qendîlê ne û got, “Em vê dagirkeriya ku bi salan e li ser xaka Kurdistanê dewam dike, şermezar dikin. Weke komên Mertalên Zindî em ê bi rengekî dorveger li Qendîlê çalakiya xwe bidomînin. Bang li tevahiya ciwanên Başûrê Kurdistanê dikim, ku ji bo careke din komkujî û şer li Kurdistanê rû nede, bi ruhê Efrîn û Şengalê beşdarî komên Mertalên Zindî bibin û axa xwe biparêzin.”

EM XWEDÎ ARTÊŞA
PARASTINA GEL IN
Huseyîn Kerkûkî jî destnîşan kir ku weke ciwanên Başûrê Kurdistanê wê ti carî li bermaberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin û ji bo parastina axa xwe heta dawiyê bi Qendîlê re bin. Kerkûkî got, “Pirsgirêk ne tenê êrîşên leşkerî yên li ser axa Başûrê Kurdistanê ye. Dewletên cuda îro bi rê û rêbazên curbecur hewl didin Kurdistanê dagir bikin. Ji hemû ciwanan re dibêjim; ji ti hêzên derve netirsin, ji ber ku em xwedî artêşa parastina gel in. Heta ku ev hêz hebe, wê gel parastî be. Ji ber ku yekane armanca vê hêzê, parastina gelan e. Li Başûrê Kurdistanê hin kes hene ku PKK’ê tenê weke tevgereke ji bo parastina gelê Bakurê Kurdistanê dibînin. Ev nêrîn gelekî şaş e. PKK ji bo tevahiya gelê Kurdistanê têdikoşe. Em dikarin bêjin, PKK ji bo yekbûna tevahiya gelên cîhanê hewl dide. Lewma divê ciwan jî ji bo vê hêzê piştgiriyê bikin û axa Kurdistanê biparêzin.”

JI BO WELAT TEVLÎ
ÇALAKIYAN BIBIN
Ciwanê bi navê Hoşeng jî ku di nava karê çand û hunerê de cih digire, li ser armanca çalakiya xwe got, “Weke xebatkarên çandê em îro li Qendîlê di nava Koma Mertalên Zindî de cih digirin. Ne tenê rojek an jî du rojan, eger pêwîstî pê heb em ê heta bi hetayê welatê xwe biparêzin. Bang li hemû ciwanan dikim, bê ku cudabûnê di nava partiyan de deynin, tenê li welatê xwe bifikirin û wê rawestan tevlî çalakiyan bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.