Mamosteyê defê Sami Hosseini yê îranî dibêje ku def ji bo hin gelan pîroz e û ahenga hezkirin, aştî, serhildan û kêfxweşiyê tîne bîra mirov.
Dîroka defê pir kevn e û bi pêçiyên destan tê lêxistin. Amûreke muzîkê ye ku ji çermê ku li dora xeleka ji textî tê çêkirin ve tê pêvekirin. Dîroka defê diçe heta gelên wekî Sumer û Hîtîtê ku li Mezopotamyayê jiyan e.
Mamoste Sami Hosseini yê îranî ku bi hunera xwe di nav hunermendên defê de cihekî girîng digire, behsa dîroka defê kir û girîngî û wateya wê ya ji bo gelan anî ziman.
Hosseini diyar kir ku bi gelemperî gelên Rojhilata Navîn defê bikar tînin û bi taybetî di rojên kêfxweşî û xemgîn de tê bikaranîn û wiha got: “Dibe ku beriya şaristaniya Sumeran jî hatibe çêkirin. Bi demê re guherî be jî ehenga xwe wenda nekiriye. Tevî ku di wan deman de nota û qeydkirin tune bûye jî heta roja me ya îro jî hatiye.”
Hosseini dibêje ku def bi taybetî bi jinan sembolîze bûye û bi ahenga xwe ahenga hezkirin, aştî, serhildan û di heman demê de coşê tîne bîra mirov.
Hosseini anî ziman ku erbane peyvek erebî û kurdî ye û got: “Em hunermend di warê akademiyê de bikaranîna erbaneyê rast nabînin. Ev nav navekî nû ye. Navê wê yê rastîn ‘def’ e ku peyveke îbranî ye. Def tê wateya dengê ku ji lêdan wê dertê û ji ber vê jî def hatiye gotin. Erbane jî têgehek nûtir e.”
Hosseini li ser girîngiya defê ya ji bo kurdan sekinî û diyar kir ku def bûye perçeyekî jiyana kurdan. Hosseini da zanîn ku ji ber frekansa defê zêde ye mirov pir pê bandor dibe û motîvasyonê zêde dike û got: “Li Îranê berî ku li defê bê lêdan dest tê şûştin û dia tê kirin û piştre lê tê dayîn. Dikarin bêjin ku ev enstruman pîroz e.”…MA






