Endamên Kongra Star ên navçeya Til Rifet’ê a kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê bang li Netewên Yekbûyî kirin ku destwerdanê li Efrînê bikin û dagirkeriya Tirk ji axa Efrînê derxîne. Jinan diyar kirin ku wan di derbarê kiryar û destdirêjiyên dagirkeran de belge amade kirine. Jinan got, “Em ê têkoşîna xwe li dijî dagirkeriyê berdewam bikin û Efrîna xwe ji destên dagirkeran rizgar bikin. “
Endamên Kongra Star ên navçeya Arfad (Til Rifet) a kantona Şehba bang li Netewên Yekbûyî kirin ku destwerdana xwe li Efrînê bikin û dagirkerê Tirk ji axa Efrînê derxîne. Jinan diyar kirin ku wan di derbarê kiryar û destdirêjiyên dagirkeran de belge amade kirine.
Kongra Star a navçeya Arfad bi daxuyaniyekê bang li Netewên Yekbûyî kir ku destwerdanê li Efrînê bike û rê li pêşiya destdirêjiyên dagirkeran bigire.
Endamên Kongra Star pankartên bi nivîsên weke “Hûn qêrîna jinên Efrînê dibihîsin?, na ji dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê, na ji destdirêjiyên li dijî jin û zarokên Efrînê” bilind kirin.
Daxuyanî bi zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî ji aliyê endama Kongra Star Ronahî şêxo, Şeyma Oso û Rîhan Mihemed ve hatin xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di destpêkê de em hemû şehîdên azadiyê ku canê xwe fedayî parastina axa xwe kirine bi bîr tînin.
Her kes nas dike ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve herêma Efrînê pêşwaziya hemû pêkhateyên Sûriyê kiriye û spartgeha herî bi ewle di Sûriyê de bû. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi awayekî hovane êrîşî Efrînê kirin, bi sedhezaran welatiyên herêmê neçarî koçberiyê bûn. Dagirkeran di êrîşa xwe de binesaziya herêmê, deverên dîrokî, perestgeh û goristan armanc girtin.
Dagirkerê Tirk heta niha destdirêjiyên xwe li dijî welatiyên herêma Efrînê dike û mal û milkên wan talan dike. Her wiha gelek welatiyên herêmê hatine revandin û ji bo serbest berdin pereyan ji malbatên wan distînin. Di encama van destdirêjiyên dagirkeran de gelek malbatên ku vegeriyan malên xwe careke din neçarî koçberiyê hatine kirin.
Dagirkerê Tirk her wiha gelek malbatên ji Xuta hatine û dixwestin vegerin malên xwe rê li pêşiya derketina wan a ji herêma Efrînê digire û qedexe dike û bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide guhertineke demografîk li herêmê çêbike û li şûna malbatên resen ên Efrînê van malbatan bi cih bike.
Di çarçoveya van destdirêjiyan de herî zêde jin ziyanan dibînin. Tevî ku derfetên peywendiya bi van jinan re kêm in jî lê Kongra Star ji 20’ê Çileya 2018’an ve heta niha rewşa 154 jinan ên hatine kuştin, destdirêjiya wan hatiye kirin û hatine revandin belge kirine. Heta meha nîsanê 28 jin şehîd bûn û 99 jin birîndar bûn.
Jin ji ber rewşa koçberiyê di aliyên derûnî, aborî û civakî rastî astengiyên cûda tên. Em weke endamên Kongra Star a navçeya Arfad a kantona Şehba bang li Netewên Yekbûyî dikin ku destwerdana rewşa Efrînê bike û dagirkeran ji axa Efrînê derbixîne.
Em bang li hemû rêxistinên jinan û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li hikûmetên xwe bikin da ku rê li pêşiya destdirêjiyên li dijî jin û zarokên Efrînê were girtin.
Em bang li dadgeha navnetewî dikin ku komîteyekê ava bike û bi xwe van destdirêjiyên li dijî welatiyên Efrînê belge bike.
Em bang li jinên cîhanê dikin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê li herêma Efrînê alîkariya jinên Efrînê bikin.
Em bang li dezgehên çapemeniyê û kesayetên xwedî bandor û hiqûqnasan dikin ku piştgirî û alîkariya jinan li Bakurê Sûriyê bikin û li dijî dîktatoriya Erdogan tevbigerin.
Em ê têkoşîna xwe li dijî dagirkeriyê berdewam bikin û Efrîna xwe ji destên dagirkeran rizgar bikin. “






