Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em destwerdana derve qebûl nakin

11/06/2018
in Uncategorized
A A
Em destwerdana derve qebûl nakin
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji bo pêşketina civakê û siberojek azad gelek sazî û navendên perwerdeyê hatin vekirin. Niha jî Komîsyonên Jîneolojiyê wê di demên pêş de mamosteyan ji bo branşa Jînolojiyê perwerde bikin. Endama Komisyona Jîneolojiyê Sîmav Sofî da zanîn ku ji bo pêşketina hişmendiya civakê jîneolojî gelek girîng e û got: “Jîneolojî bingeha civakek azad û demokratîk e.”
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo perwerdeyê xebatên cur be cur tê kirin. Yek ji van xebatan ên girîng jî Perwerdeya Jîneolojiyê ye. Xebatên ku derbarê Jîneolojiyê de tê kirin ji bo civakê dibe çavkaniyek berbiçav. Endama Komisyona Jîneolojiyê Sîmav Sofî derbarê xebatên Jîneolojiyê de bi lêv kir ku Jîneolojî ji bo jin, zarok, ciwan û hemû civakê rêbazek lêgerîna heqîqetê ye û got: “Ji bo hişmendiya civakê bê guhertin divê mirov dîrok, xweza, erdnîgarî, rêbaza xwenaskirinê baş bizanibe. Di perwerdeya Jîneolojiyê de li ser van esasan guhertinek mezin di civakê de çê dibe û civak hem xwe nas dike hem jî pêş dikeve.”
Sîmav Sofî diyar kir ku ew xebatên derbarê Jîneolojiyê de ji dil û can dimeşînin û got: “Sîstemên faşîst û mêtinger her dem li ser gelên bindest yekrengiyê ferz dikin. Bi taybet jî her dem mudaxaleyî nêrîn, îrade û nasnameya jinê tê kirin. Ji bo civakek azad û jina pêşketî divê Perwerdeya Jînolojiyê bi rêk û pêk bê berdewamkirin.”
GAVÊN GIRÎNG HATIN AVÊTIN
Sîmavê da zanîn ku bi destpêkirina Jînolojiyê de gavên gelek girîng hatin avêtin û wiha dewam kir: “Di warê pêşketin û perwedekirina civakê de jin xwedî roleke girîng e. Loma perwedeya Jîneolojiyê di milê jin û civakê de bû sedema gavên mezin. Loma niha jî em ê mamosteyan di warê biranşa Jîneolojiyê de perwerde bikin. Piştî Meha Remezanê mamosteyê du heyvan bên perwedekirin. Di vê perwedeyê de wekheviya jin û mêr dê esas bê girtin. Li ser esasên wekhevî û demokrasiyê mamosteyê perwede bibin û ji civakê re bibin mînakên baş.”
DIVÊ GIRÎNGIYÊ BIDIN PERWERDEYÊ
Sîmavê bang li hemû jinan kir ku girîngiyê bidin perwerdeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê jin girîngiyê bidin perwerdeya Jîneolojiyê û xwe ji desthilatdariya baviksalarî rizgar bikin.”…Sorgul Şêxo/TILTEMIR

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.