Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komeleya Tirkmenan çandê pêş dixe

11/06/2018
in Uncategorized
A A
Komeleya Tirkmenan çandê pêş dixe
Share on FacebookShare on Twitter

Tirkmen yek ji pêkhateyên sereke yên herêm Minbicê ne. Komeleya Tirkmenan a bajarê Minbicê xebatan dike da ku çanda xwe biparêze. Endamê Rêveberiya
Komeleya Turkmenan a Minbicê Fayiz Heyder diyar kir ku pêkhateya Tirkmen jî para xwe ji zordariya desthilatdaran wergirtiye ji mafên xwe yên çandî bêpar mabû.

Komeleya Tirkmenan a bajarê Minbicê hewl dide ku kevneşopî û çanda tirkmen biparêze. Damezrandina Komeleyê bi rêya çalakiya destpêka ber bi vejandina çand û kevneşopiya Tirkmenan e
Tirkmen yek ji pêkhateyên sereke yê bajarê Minbicê û gundewarê wê ye. Pêkhateya Tirkmen yek ji pêkhateyên kevn ên li herêmê ne û bandor li pêkhateyên din kiriye û ji wan bi bandor bûye. Di serdema serweriya rêjîma Baasê û dagirkeriya DAIŞ’ê de ev pêkhate jî weke pêkhateyên din ji mafên xwe bê par mabûn.
Komeleya Tirkmenan a bajarê Minbicê ku di 25’ê Nîsana 2018’an de hatiye avakirin û hewl dide ku di warê çandî û civakî de kevneşopiya tirkmenan ku ji aliyê sîstemên desthilatdar ve dihat paşguhkirin, biparêze. Komele piştgiriya jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de dike.
Komele ji dema hatiye damezrandin ve di van sê mehên borî de gelek çalakiyên çandî li dar xistiye. Di nav van çalakiyan de gelek dewreyên fêrkirina zimanê zikmakî yê tirkmenî bûn. Kesên ji pêkhateyên ereb, kurd û yên din ku dixwazin fêrî zimanê tirkmenî bibin, beşdarî van dewreyan bûn.
Komele ji bo avakirina komeke hunerî ya taybet bi Tirkmenan di nava xebatan de ye û ji aliyê pisporan ve bi folklor û çanda tirkmenî tên perwerdekirin. Di komeleyê de rola jinan jî sereke ye û beşdarî fikra demokratîk û avakirina civaka xwe dibin û bi hemû hêz û derfetên xwe komeleya xwe pêş dixînin.
Piştî ku Komeleya Tirkmenan hate damezrandin ji aliyê dewleta tirk ve rastî astengiyan hat û daxuyanî da ku welatiyên tirkmen ên Minbicê beşdarî vê komeleyê nebin. AKP’ê bi armanca reşkirina komeleyê gelek derew li ser komeleyê belav dikirin û îdia dikir ku ew girêdayî kurdan e. Lê Komeleya Tirkmenan a Minbicê bi rêya çalakiyên xwe piştrast kir ku ew çand û kevneşopiya taybet bi tirkmenan diparêze.
Têkildarî mijarê Endamê Rêveberiya Komeleya Turkmenan a Minbicê Fayiz Heyder axivî û behsa armancên komeleyê û çalakiyên wê yên çandî kir. Heyder di axaftina xwe de got ku bajarê Minbicê, ji mozayîkeke çandî ya pêkhateyan pêk tê û pêkhateya tirkmen jî weke pêkhateyên din para xwe ji zordariya desthilatdaran wergirtiye û ji mafên xwe yên çandî û zimanê xwe yê zikmakî bê par mabû.
Heyder destnîşan kir ku piştî Meclisa Leşkerî ya Minbicê bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, jiyana welatiyan di bajêr de xwezayî vegeriya û li ser bingeha projeya netewa demokratîk û afirandina jiyaneke hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de dest bi xwebirêxistinkirinê kirin.
Heyder destnîşan kir ku dê bi hemû hêz û derfetên xwe fikra demokratîk û azad di nav welatiyan de belav bikin û dê civaka xwe ji hemû aliyan ve birêxistin bikin.
Endamê Rêveberiya Komeleya Tirkmenan Fayiz Heyder têkildarî fitne û fesadiyên ku tên derxistin wiha got: “Xebatên serkeftî ji hin aliyên desthilatdar ve her tim rastî êrîşan tên ji ber ku ne li gorî proje û berjewendiyên wan in. Armanca komeleya me birêxistinkirina welatiyên ji pêkhateya tirkmen li herêmê ye da ku di avakirina sîstema demokratîk û azad de bi rola xwe cih digirin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.