“Zimanê me nasnameya me ye.” Mirov dema tê cihanê bi hin taybetiyan tê û hin taybetiyên din jî li gor çand û malbata mirov tê de ye tese digire. Li gor hin zanistên pedagojiyê fikirîn û ziman ji hev nayê cudakirin. Ango mirov çi zanibe wê difikire û çi difikire jî bi zimanê dizane rave dike. Ji ber vê yekê jî ziman pir girîng e.
Hugo Van Rompaey , di têza xwe ya doktora de behsa zimanê dayikê û şopa Kurdî dike. “Faktora herî girîng ziman e di çêbûna nasnamê de. Bingehê danûstendinê ye. Bi saya wêje û huner di ziman de meriv xwe, cî, derdor, civak, jiyanê bi giştî têdighe û pêşeroja xwe bi wî awayî ava dike. Li ser mijara şopa Kurdî jî behsa lêkolînên cuda dike. “Kurdî, xwedî dîrokeke kevn e. Di nasîna pêkhatina bingehê zimanên Indo-Ewropî de girîngiyek mezin ji bo dara “gurgan” yan jî “narewen” tê dîtin. Latîniya wê fagus e. Holandiya wê beuk e. Xuya ye ku ev nav nîşana hevparbûnekê ye.
Di Kurdî de jî heta niha behsa bikaranîna alfabeyên Avesta, Aramî, pehlewiya kevn, Masî-Soratî, Alfabeya ku Êzîdî di Kurdî de bi kar anîne, Erebî, Latînî û Kirîlî dike. Û di nava gotinê xwe de jî dubara “Kurdî yek ji zimanên herî kevn û herî zengîn e. Nasnameya Kurdan e.” Di nava zimanên cîhanê de Kurdî jî yek ji yên herî xweş û dewlemend e. Xwedî dîrokek kevn û qewîn e. Ji ber vê yekê jî Kurdî ciqas liqasî zor û zehmetiyan bûye jî disa bi hemû dewlemendiya xwe heta roja me maye. Rehmetiyê Dr. Qasimlo di sohbetekê de li Brukselê weha got. “Li vê dinyayê sê zimanên mezin hene ku ez ji wan gelekî hez dikim. Ingilîzî, zimanê ticaretê ye. Frensizî, zimanê wêje (edebiyat) ye, Kurdî jî zimanê evînê ye. Di ti zimanên din de nabînim ku evîn weke di Kurdî de xweş were ravekirin.”
Di dîroka pêkhatina neteweyetiya gelan de ziman her tim ciyekî girîng stendiye û gelek ji van gelan têkoşîna xwe ji bo nasnameya xwe di çarçeweya zimanê dayikê de dane. Flaman, Bask, Katalan, Bretûn, Welsch, û gelekên din. Flander, bi saya vê têkoşîna xwe di roja îro de serdestê îdara Beljîka ye. Bask û Katalan xwedî dezgeheke nîvdewletî ne. Dibe ku ev gel hê ne dewlet in, lê di roja îro de xwedî rûmetên mezin in ku goman ji hebûna wan di çarçeweya zagonî de nîne.
Di nava vê çarçewê de em li rewşa Kurdî binêrin. Kurd çi dikin û li pey çi ne? Gotina min li ser Bakuriyan e.
Li Bakur rewş ber bi malwêraniyekê diçe. Heta 20 salan berê Kurd pirranî bi zimanê xwe diaxivîn. Di navendên çend bajaran de jiyan bi Turkî bû lê li beşekî fereh kurdî zimanê jiyanê bû. Niha, Turkî ketiye nava gundan jî û Kurdî her diçe dibe zimanê civakeke piçûk. Derfetên perwerdê bi zimanê dayikê ji aliyê dewletê qedexe ne û astengiyên mezin ji bo projeyên taybetî hene. Kurd jî bi saya otoasîmîlasyonê dibin alîkarê vê malwêranîkirina zimanê xwe. Dewleta Turkiyê Kurdî qedexe û talan dike. Kurdên me, heta pirr kesên ku têkoşîna neteweyî dimeşînin evîndarê bikaranîna zimanê Turkî ne. Ji ber ku ew “nikarin xwe bi zimanê Kurdî îfade bikin.”
Li Ewropa em behsa 1,700 000 Kurd dikin. Çi keramet e ku li vê Ewropayê jî % 95 ji Kurdên Bakurî di jiyana xwe ya rojane de Turkî qonuşmîş dikin. Hade em bibejin li welêt nikarin di her warê jiyanê de bikar bînin û em xwe bixapînin li vir çi bi wan hatiye û zimanê xwe naaxivin. Mesele ev e ku em hîn zimanê (û xwe) bicûk dibînin. Ji aliyekî din de jî berjewendiyên me ji zimanê me nînin. Mînak gelek Kurdên me yên zimanê xwe nizanin diçin zimanên biyanî hin dibin. Welleh, di warekî de em piçekî baş bûne. Navên Tugrul, Selçûk û Aslan, Abdullah, Muhammed, di civaka me de kêm bûna. Serdar, Tîrêj, Baran, Rêzan jî zêdetir tên bikaranîn. Ew jî heviyên me piçek be jî zindî dihêle.
Derwêş M. FERHO