Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em destûrê nadin ti hêz destwerdana Minbicê bike

08/06/2018
in Uncategorized
A A
Em destûrê nadin ti hêz destwerdana Minbicê bike
Share on FacebookShare on Twitter

Femandarê Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil diyar kir ku ew destûrê nadin ku  ti hêzek destwerdana Minbicê bike. Ebû Adil destnîşan kir ku ger êrîş li ser wan pêk were ew ê bersiva êrîşan bidin.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil derbarî gotegotên li ser derbasbûna hêzên Tirkiyê li Minbicê axivî.

Ebû Adil li ser armanca civîna ku li Incirlikê hate lidarxistin axivî û diyar kir ku civîn bi navberkariya Koaalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê hate lidarxistin.

Civîn piştî ku dewleta Tirk a dagirker got ku QSD  hêza yekem a li bajarê Minbicê ye hate lidarxitin. Ebû Adil diyar kir ku bi vê yekê dewleta Tirk dixwest tevlîheviyê li herêmê çêbike û ev tişt anî ziman: “Piştî civîn hate lidarxistin dewleta Tirk naskir ku şêniyên bajarê Minbicê bi xwe bajarê xwe bi rêve dibin û ne tu hêzên din in. Lê îro dewleta Tirk bi hinceta aramî û ewlehî nîne, dixwaze bajarê me dagir bike. Gelek bajarên Sûriyê mîna Cerablus, Bab û Efrîn dagir kir û bi vê yekê diyar dibe ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e.”

Ebû Adil destnîşan kir ku piştî bajarê Minbicê ji çeteyan hate rizgarkirin û şervanên QSD û YPG`ê hêzên xwe ji bajar vekişandin. Derbarê mayîna koma şêwirmandiyê ya YPG’ê li Minbicê  Ebû Adil ev tişt anî ziman: “Şêwermendên YPG`ê da ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê perwerde bikin di bajar de man. Meclîsa ku di aliyê leşkerî de parastina bajar kir û li hember êrîşên derve parastina bajar dike. Niha jî şervanên me ji aliyê hêzên Koalîsyona Navnetewî de têne perwerde kirin.”

Ebû Adil spasiya şervanê QSD/YPG`ê kir û da zanîn ku bi saya wan bajrê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê yên ku destek ji dewleta Tirk a dagirker digrin hate rizgarkirin.

Ebû Adil diyar kir ku bajarê Reqayê bi saya şehîdên ku evsaneyên dîrokî nivîsandin û bi hezaran şêniyên herêmê ji zilm û zora çeteyan rizgar kirin, hate rizgarkiirin û got, “Parastina bajar li hember êrîşên derve yek ji erkên şêniyên bajar û Meclîsa Leşkerî ye. Mafê tu aliyan nîne destwerdanê bike.”

Li ser helwesta Koalîsyona Navdewletî ya li hember gefên Tirkiyê Ebû Adil diyar kir ku Koalîsyona Navdewletî helwesta xwe li hember gefên dewleta Tirk a dagirker diyar kir û soz da ku ewê heta dawiyê parastina bajarê Minbicê bike û tekez kirin ku ew derfet nadin ku hêzên din  derbasî Minbicê bibin.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil bang li şêniyên bajar kir ku li pey gefên artêşa Tirk a dagirker neçin û destnîşan kir ku Meclîsa Leşkerî  ya Mibicê li hember êrîşan ji bo parastina bajar amade ye…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.