Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Eniya Demokratîk serdana xwe ya li bakurê Sûriyê bi dawî kir

08/06/2018
in Uncategorized
A A
Eniya Demokratîk serdana xwe ya li bakurê Sûriyê bi dawî kir
Share on FacebookShare on Twitter

Eniya Demokratîk a Sûriyê piştî ku serdana xwe ya li bakurê Sûriyê bi dawî kir, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Eniya Demokratîk a Sûriyê serdana xwe ya li Bakurê Sûriyê bi dawî kir. Eniyê ku li gel MSD‘ê, rewşenbîrên Suryan, Ereb û Kurd, hêzên siyasî yên Bakurê Sûriyê hevdîtin pêk anî, di derbarê encamên hevdîtinan de, civîneke çapemeniyê li Otêla Mîrland a bajarê Qamişlo li dar xist.

Sekretêrê Giştî yê Eniya Demokratîk a Sûriyê Mehmûd Mirî, Berdevka Eniyê Meys Kredî, endamê Eniya Demokratîk a Sûriyê Ebdulezîz Dawûd, Serokê Partiya Sûriya Siberojê û enedamê Eniya Demokarîk a Sûriyê Fewzî Teqyedîn, Serokê Partiya Aşîtî ya Niştimanî û endamê eniyê Hanî El-Xûrî di civînê de amade bûn.

Sekretêrê Giştî yê Eniya Demokratîk a Sûriyê Mehmûd Mirî axivî û bal kişand li ser rola neyinî ya hin aliyên ragihandinê di reşkirina tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de û got, “Ev yek ji amûrên ku nehişt em bi Rêveberiya Xweser re danûstandinan çêbikin. Lê piştre diyar bû ku ev tecrube roleke mezin di aramiya Bakurê Sûriyê û hevgirtina hemû gelan de leyîst. Aliyên ku îdîa dikirin ev tecrube Sûriyê parçe dike, derket ne rast e. Em hatin Qamişlo da ku hevdîtinan çêbikin û di mijara çareserkirina aloziya Sûriyê de bighêjin encamekê. Divyabû ku ev hevdîtin ji destpêka aloziya Sûriyê de hatiba çêkirin.”

Ebdulezîz Dawud jî anî ziman ku ew hewl didin hêzên derve yên ku dest li Sûriyê wer didin û bûne sedema kûrkirina aloziyê derxînin û diyar kir ku girîngiya danûstandinan ser rêgirtina li ber destwerdana hêzên derve û lidarxistina kongreyeke niştimanî Sûrî-Sûrî, tê de hemû aliyên Sûrî li ser maseyekê rûnên û çawaniya çareserkirina aloziyê nîqaş bikin bû.

Berdevka Eniya Demokratîk a Sûriyê Meys Kredî jî bal kişand li ser rola jinan di her qadên jiyanê de û diyar kir ku jin roleke pêşeng dilîze û hêvî kir ku hemû jinên Sûriyê jî roleke çalak û pêşek di civakê de bileyîzin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.