Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê nerazîbûn nîşanî kiryara dewleta Tirk a şandina cenazeyê gerîlayê HPG‘ê Egîd Îpek bi riya posteyê ji dayîka wî re da û got, “Dewleta Tirk hê siyaseta xwe ya hovane ya li dijî gelên azadîxwaz didomîne.”
Gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek sala 2017’an li Dêrsimê di şerê li dijî dagîrkeriya dewleta Tirk de şehîd bû. Dewleta Tirk piştî 3 salan bi riya posteyê cenaze ji malbatê re şand.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî hovîtiya dewleta Tirk a şandina cenaze bi riya posteyê da.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Egîd Îpek re hat xwest û hat gotin, dewleta Tirk siyaseta xwe ya hovane li dijî gelên azadîxwaz didomîne.
Meclisa Malbatên Şehîdan got, dewleta Tirk xwedî dîrokeke reş û hovane ye, li dijî gelên herêmên dagîr kirîn û hat diyarkirin ku dewleta Tirk derdora 450 salan welatên Ereban dagîr kir, xelkên wan welatan ji bo berjewendiyên xwe yên mêtîngerî kişandin şer, niha jî heman rêbazê bi kar tîne. Li pêşberî çavê dinyayê li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê sivîl kuştin û koçber kirin û guhertina demogarafî pêk tîne.”