Sunday, June 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hunermendan bang li aliyên siyasî kir: Dûrî planên dijminên gelê Kurd bisekinin

20/04/2020
in Uncategorized
A A
Hunermendan bang li aliyên siyasî kir: Dûrî planên dijminên gelê Kurd bisekinin
Share on FacebookShare on Twitter

112 hunermend û nivîskarên ku piraniya wan ji Başûrê Kurdistanê ne, derbarê aloziya li Zînî Wertê de daxuyaniyek dan û hişyarî dan aliyên siyasî ku ji nêzîkayiyên xizmeta planên dijminên gelê Kurd, dûr bisekinin.

Derbarê aloziya li Zînî Wertê de 112 hunermendan daxuyaniyeke hevpar da û daxwaziya bidawîkirina aloziyê li aliyan kirin.
Daxuyaniya hunermendan wiha ye:
“Weke em dizanin ev demeke alozî di navbera aliyên Kurd de belav bûye û zêdetir dibe. Em dizanin di zêdebûna vê aloziyê de heke rola berjewendiyên hizbayetî hebe, misoger e roleke dijminan û dagirkerên Kurdistanê di avakirina vê rewşê de heye. Lewma em weke komeke hunermendên Kurdistanê ku em xwe weke dil û wijdanê gelê xwe dizanin, li pişt vê rewşê plangeriyeke tirsnak a dijmin dibînin. Nexşeya vê plangeriyê jî ‘Siyaseta Kurd bi Kurd bidin kuştin e’ ev jî di encam de şerê navxweyî, kavilkarî û jidestdana destketiyên gelê Kurdistan e.
Diyar e dijmin û dagirkerên Kurdistanê di serî de jî rejîma faşîst a Tirkiyeyê û Îran vê plangeriyê bi armanca zêdetir serweriya xwe li ser Kurdistanê çêkin, jenosîd, enfalkirina xelkê Kurdistanê pêş bixin, çand û hunera Kurdî ji holê rakin pêk tînin. Bêguman eger rê li vê plangeriyê neyê girtin, wê gelê Kurdistan rastî qirkirin û komkujiyên mezin were.
Ji ber vê em weke hunermendên nîştimanperwer ên Kurdistanê aliyên siyasî yên Kurdistanê hişyar dikin ku pêwîst e, ji zêdetir alozkirina rewşê û rûdana şerekî bi xwîn ê navxweyî xwe dûr bixin. Nebin amûrê bicihanîna planên dijmin û dagirkeran. Nebin sedema enfalkirin û komkujiya li hember Kurdan, nebin sedema jenosîdkirina çanda me. Pêwîst e hemû aliyên Kurd vê bibînin ku yekane rêya serketin û bihêzbûnê yekîtiya neteweyî ya gel û yekrêziya aliyên siyasî ye. Divê vê rastiyê zanibin ku serketina aliyan di şerê navxweyî de nîne. Ya bi ser dikeve tenê plana dijmin û dagirkeran e. Yên têk diçin tenê aliyên beşdarî şerê navxweyî dibin, ên dibin qurbanî tenê gelê Kurdistan e.
Lewma em weke hunermendên navên wan li jêr hatine nivîsandin, dubare hişyar dikin ku di demeke nêzîk de dawî li vê rewşê bînin, bi têgihiştin, aqil û ruhê nîştimanperwerî tevbigerin. Rêz û hurmetê ji xwîna bi sedan hezar şehîdên Kurdistanê re bigirin. Berjewendiyên bilind ên gelê Kurd li ber çavan bigirin. Xwe ji her cure şer û rûdanên xwîna nav aliyan dûr bigirin. Êdî ber bi diyaloga nîştimanî û yekrêziya neteweyî gav biavêjin.
Herwiha em daxwaziyê ji gelê xwe dikin ku bi hestyarî nêzî vê rewşê bibin. Rola xwe di şkandina planên dijminan de bibînin. Bi her awayî li dijî rûdana şerê kavilkariyê yê navxweyî bisekinin.”
Mîsoger serketin û azadî di yekgirtin û stratejiya hevbeş a nîştimanî de ye.”

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan
NÛÇE

Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan

22/06/2025
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
JIN

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?
NÛÇE

Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?

22/06/2025
ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN
HAJMARA PDF

ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN

22/06/2025
Lêgerîna çareseriyê û kongra PKK’ê
QUNCIK NIVÎS

Çêkirina strana azadiyê

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.