Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dixwazin Êzidîyên li Efrînê qir bikin

08/06/2018
in Uncategorized
A A
Dixwazin Êzidîyên li Efrînê qir bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê piştî ku Efrîn dagirkirin yek ser dest bi qirkirin û paqijiya etnîkî kirin. Cihên dîrokî yên herêmê rûxandin û sazî hilweşandin û demografya herêmê diguherînin. Bi taybet cih û deverên pîroz yên Êzidiyên Efrînê jî wêran kirin.

Yekîtiya Êzidîyan a Efrînê kiryarên aratêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gund, cih û navendên olî yên Êzidîyan şermerzar kirin. Êzidiyan bang li civaka navdewletî kirin ku li hember qirkirina civaka Êzidî helwestên xwe diyar bikin.Yekîtiya Êzidîyan derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Êzidîyên Efrînê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li kampa Serdemê ya herêma Şehbayê ji aliyê Endamê yekîtiyê Esed Marok ve hate xwendin. Bi dehan şêniyên herêmê tevlî xwendina daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî wiha ye:”Bi sedan salane ola Êzdiyan rastî êrîşên tunekirinê tê. êrîşa herî dijwar a ji bo tunekirina ola Êzdiyan di serdema dagirkeriya Osmaniyan de bû.
Mayîna ola Êzdî tê wetaya berdewama berxwedana li dijî dagirkeriyê. Ola Êzidî weke her tim bû hedefa dijminên gelê Kurd. Ji destpêka aloziya Sûriyê ya sala 2011’an ve û piştî valahiya rêveberî ya li herêmên Kurdî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate damezrandin ku cara yekemîn hebûna Êzdiyan û ola Êzidî nas dike. Welatiyên Êzidî bi vê yekê dest bi damezrandina komeleyên xwe yên Êzidî kirin û bi armanca perwerdekirina zarok û ciwanên xwe li ser bingehên rê û resmên ola Êzidî li gelek gundan dibistanên xwe vekirin.Bi destpêkirina êrîşa artêşa Tirk a dagirker li dijî herêma Efrînê komên çete yên girêdayî wê gefên kuştin û serjêkirinê li welatiyên Êzidî xwarin. Van komên çete eşkere radigihandin ku tişta li Şengalê dest pê kirine dê li Efrînê berdewam bikin. Çeteyan hemû mezar û deverên pîroz ên Êzidiyan li Efrînê teqandin û welatiyên Êzidî neçarî koçberiyê kirin û gelek ji welatiyên Êzidî neçar dikirin ku dest ji ola xwe berdin û beşdarî ola Îslamî bibin. Her wiha komên çete cilûbergên taybet bi aliyên îslamî yên radîkal li ser jinên Êzidî ferz kirin û li şûna çanda biratî û jiyana hevbeş çanda îslamiya radîkal belav dikin.”Yekîtiya Êzdiyan destnîşan kir ku revandina ciwanên Êzidî ji aliyên komên çete ve ji destpêka dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li herêma Efrînê bi awayekî rojane berdewam dike. Ciwanên Êzidî yên tên revandin rastî îşkenceyên dijwar tên. Her wiha bi hemû rêbazan hovîtiya xwe li ser welatiyan didin meşandin û mizgeftên xwe li gundên Êzidî ava dikin.“Em weke Yekîtiya Êzdiyan bang li civaka navnetewî û rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku destwerdanê li Efrînê bikin û pêkhateya Êzidî ji qirkirinê biparêzin û rê li pêşiya kînên komên cîhadîst û dewleta Tirk bigirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.