Sunday, June 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em hewl didin li gorî cewhera mûzîka Kurdî tev bigerin’

20/04/2020
in Uncategorized
A A
‘Em hewl didin li gorî cewhera mûzîka Kurdî tev bigerin’
Share on FacebookShare on Twitter

Koma mûzîkê ya gerîla Awazê Çiya, albûma nû ya bi navê ‘Botan’ weke ‘vegera li cewhera xwe’ pênase kir û diyar kir ku bi rêya vê albûmê wan xwestine rabirdûyê bigihînin vê serdemê û paşerojê.
Dengê çiyayên azad Awazê Çiya bi albûma nû ya bi navê “Botan” ku ji berhemên herêma Botanê amade kir, hefteya derbasbûyî li platformên dîjîtal derket pêşberî guhdarên xwe.
Ji formên Payîzok, Heyranok, Narînok, Delalî, Belûte û Dengbêjiyê stranên Seydik, Mendê, Mîranê, Rezgê Rezvan, Çiyayê Cûdî, Heyran Jaro, Narîna Minê, Hey Gulê, Êvarê, Xemik Talanê di albûma Botanê de hene.
Amadekariya albûmê ji sala 2017’an ve dewam dikir. Albûm li Hunergeha Ş. Zerdeşt bi aranjeya Mehmûd Berazî hate amadekirin.
Ji endamên Awazê Çiya Têkoşîn Cûdî, Argeş Delîla, Viyan Kiçî û Hedar Rûbar li ser albûma nû ji ANF’ê re axivîn.

DIYARÎ ŞEHÎDÊN BOTANÊ HATE KIRIN
Têkoşîn Cûdî diyar kir ku wan projeya albûma Botanê berê amade kiribûn û di sala 2017’an de dest bi karê wê kirin. Têkoşîn Cûdî got, “Dema ku projeyê dest pê kir li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke mezin hebû. Di şexsê Mehmet Tûnç, Pakîze Nayir û Asya Yuksel de me ev albûm diyarî şehîdên berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîr û Botanê kir.”
Têkoşîn Cûdî got, “Armanceke din a vê labûmê jî ew bû ku ev parçeyên ji dîroka gelê me careke din bên gotin. Ji ber ku ev klam ji aliyê dengbêjên gelekî hêja ve hatin gotin û ji nifşan gihîştin nifşên nû.” Têkoşîn Cûdî destnîşan kir ku ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî projeyên wan hene.

STRANÊN HERÊMÊN DIN JÎ WÊ BÊN KOMKIRIN
Têkoşîn Cûdî got, “Em komeke ku hem di nava şer de hem jî di nava hunerê de dixebitin. Lewma me xwest bi karekî bi vî rengî stranên hêja ji nû ve bistirên. Me ji herêma Botanê dest pê kir û em ê stranên xweser ên herêmên din jî bi vî rengî kom bikin. Projeyên me ji bo vê hene.”

‘JI BO ME YA GIRÎNG EW BÛ KU EM LI GORÎ CEWHERÊ TEVBIGERGE’
Têkoşîn Cûdî li ser armanca xwe ya ji albûma Botanê got, “Me xwest li cewhera xwe vegerin û wê ji nû ve pêşkêş bikin. Armanca me ew bû ku em bibin dengê berxwedana li Botanê, vê yekê bi zimanê gerîla pêşkêşî civakê bikin û dengbêjiyê, yanî cewherê pêşkêşî nifşên ciwan bikin.”
Têkoşîn Cûdî destnîşan kir ku di her stran û berhemê de wan dest li cewhera stranê wernedane û hewl dane cewhera wê biparêzin.

PROJEYEKE BERFIREH A JI BO TEVAHIYA KURDISTANÊ
Endamekî Awazê Çiya Argeş Delîla jî got, “Ev proje projeyeke berfireh e. Projeyeke ku ji bo tevahiya Kurdistanê ye. Me ji herêma Botanê dest pê kir. Weke hevalên Botanî yên di nava komê de destpêkê me kir. Hevalên me yên ji herêmên din ên Kurdistanê jî karê xwe dikin” destnîşan kir ku wan cewhera çanda Kurd ji xwe re kirine esas.

HEWLDANA KU RABIRDÛYÊ BIGIHÎNE VÊ SERDEMÊ Û PAŞEROJÊ
Argeş Delîla destnîşan kir ku bi rêya albûma xwe xwestine rabirdûyê bigihînin vê serdemê û paşerojê û got, “Ji ber vê yekê berhema karekî berfireh e. Ev kar bi karê lêkolînê didome.”

DIVÊ ZEMÎNÊ ÇAND Û HUNERA NÛ ÇI BE?
Argeş Delîla diyar kir ku ew ne di îdîaya dengbêjiyê de ne, lê hewl didin mîrateya dengbêjan veguherînin zemîneke çand û hunerê ya Kurdan. Argeş Delîla got, “Eger em karibin vê bikin, hingî muzîka Kurdî dema bê dikare gaveke xurt biavêje û ji rewşa xitimî rizgar bibe.”

DENGVEDANA ÇANDA KURD LI ÇIYAYÊN AZAD
Endameke din a Awazê Çiya Viyan Kiçî got, “Bi navê zarokên Botanê em ji xwe ji nava vê çandê tên. Me xwest wê çandê bidomînin. Bi taybetî me xwest ev deng li çiyayên azad bilind bibe.”

BANGA XWEDÎDERKETINA LI ÇANDA XWE LI CIWANAN KIR
Viyan Kiçî got, “Em bi dengê jinên Botanê Meryemxan, Nesrîn Şîrwan mezin bûn. Niha jî li Botanê gelek jin ên dengbêj hene. Em wan dişopînin. Ji bo me gelekî girîng e ku ev çand li çiyayên azad deng vede.” Viyan Kiçî destnîşan kir ku ev çand divê teqez bijî û bê pêşvebirin û got, “Bi taybetî divê ciwan xwedî li vê mîrateyê derkevin. Ev dîroka me ye. Xaleke din a xwedîderketina li mîrateya xwe dikare ev be. Dem ew dem e ku ciwanên me li çand, ziman û dîroka xwe vegerin.”

‘JIN ÊN KU ÇAND Û MÎRATEYA KURDÎ HILDIGIRIN’
Ji Awazê Çiya Hedar Rûbar jî destnîşan kir ku yên çanda Kurd diparêzin û hildigirin jin in û got, “Ya rast ên ku herî zêde xwedî li dîrok, çand û mîrateyê derdikevin jin. Botan mînaka herî şênber a vê yekê ye. Di mijara veguhastina çand û mîrateya xwe ji bo nifşên nû de jinên Botanê xwedî cihekî cuda ne.”

‘EM TEVGEREK IN KU LI SER KOKA XWE MEZIN DIBIN’
Hedar Rûbar destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li ser koka xwe ava bûye, bi pêş ve diçe û got, “Em heta dawiyê dilsozê dîrok, civak û nirxên xwe ne. Em jî weke gerîla hewl didin temsîliyeta civaka xwe bikin.”

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan
NÛÇE

Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan

22/06/2025
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
JIN

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?
NÛÇE

Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?

22/06/2025
ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN
HAJMARA PDF

ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN

22/06/2025
Lêgerîna çareseriyê û kongra PKK’ê
QUNCIK NIVÎS

Çêkirina strana azadiyê

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.