Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê aramiya li herêma xwe biparêzin

08/06/2018
in Uncategorized
A A
Em ê aramiya li herêma xwe biparêzin
Share on FacebookShare on Twitter

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi daxuyaniyekê diyar kir ku rêjîma Tirkiyê bi riya van gefên xwe yên li dijî Minbicê hewl dide aramî û ewlehiya li Minbicê û jiyana hevbeş û biratiya gelan têk bibe û got, “Emê aramiya li herêma xwe biparêzin.”
Girêdayî pêşketinên dawî yên li Minbicê de, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Minbicê daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr El-Şêxo ve li pêşiya avahiya rêveberiyê bi amadebûna endamên rêveberiyê, komîn û meclîsên herêmê hate xwendin.
Daxuyaniya Rêveberiyê wiha ye:
“Aramî û ewlehiya ku welatiyên me li Minbicê û gundewarê wê dijîn, ne li gorî berjewendiyên Osmaniyên Tirk in ku hewl didin axa Sûriyê dagir bikin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hêza tekane ye ku nûnertiya welatiyên bajarê Minbicê û gundewarê û hemû pêkhateyên wê dike û erka wê ye ku herêma xwe ji hemû êrîş û destdirêjiyan biparêzin. Ji ber ku ew nûnerê welatiyên Minbicê ye herêm ji destên çeteyên DAIŞ’ê ku alîkariya xwe ji Tirkiyê werdigirtin rizgar kirin û di vê derbarê de bi sedan şehîdên weke Feysel Ebû Leyla, Ednan Ebû Emced, Ebû Casim El-Begarî û Botan Turkmen dan.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk beriya ku hemleya rizgarkirina Minbicê dest pê bike hate damezrandin û rizgarkirina bajêr bi alîkariya welatiyên wê hate meşandin. Niha jî ew dikare rêveberiya Minbicê bike ji ber ku di dema borî de piştî hate rizgarkirin xebatên xwe bi riya meclîs û komîteyên cûda bi rêk û pêk meşandin. Pêdiviya welatiyên bajêr bi destwerdan û fermanên derve tune ye.
Divê dewleta Tirk ji van herêmên ku dagirkirine derbikeve û rê li pêşiya welatiyên van herêman were vekirin da ku xwe bi rêve bibin.
Em daxuyanî û gefxwarinên rêjîma Tirkiyê qebûl nakin. Rêjîma Tirkiyê bi van helwestên xwe hewl dide aramî û ewlehiya li Minbicê têk bibe û jiyana hevbeş û biratiya gelan li herêmê hilweşîne.
Em weke Rêveberiya Sivîl a Demokratîk em ê parastina aramî û ewlehiya li herêmê berdewam bikin û rewşa xizmetguzarî û jiyana hevbeş li herêmê pêş bixînin. Her wiha li ser bingeha edaleta civakî û beşdarbûna piralî derfet dê bêne peydakirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hêza tekane ye ku parastina ewlehiya welatiyan dike. Em bang li hemû welatiyên Minbicê yên penaber bûne dikin ku vegerin bajarê xwe û li ser bingeha hezkirin, aştî, geşbûn, ewlehî û aramiya hemûyan beşdarî avakirina herêma xwe bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.