Sunday, June 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî vîrûsa koronayê jin di refên herî pêş de ne

20/04/2020
in Uncategorized
A A
Li dijî vîrûsa koronayê jin di refên herî pêş de ne
Share on FacebookShare on Twitter

Li Afrîkayê, di têkoşîna li dijî pandemiya vîrûsa koronayê de doktor û hemşîreyên jin di refên herî pêş de ne.
Çapemeniya Afrîkayê bal kişand ser têkoşîna doktor, hemşîre û wezîrên tenduristiyê yên jin ên li dijî pandemiya vîrûsa koronayê.
Li Ûgandayê hemşîreya bi navê Dorîs Okûdînîa 11’ê Nîsanê nexweşek bi kursiya nexweşan ji navenda tenduristiyê ya Edîofe bir nexweşxaneya Arûa ku bi 2 kîlometreyan dûr bû. Dîmenê vê yekê di medya dîjîtal de li tevahiya welêt bû rojev. Piştî ku ambûlans nehat, hemşîre Dorîs ji nexweş pirsî “Hûn destûrê didin ku we bi kursiyê bibim?” û bi meşê bi 2 kîlometreyan ew gihand nexweşxaneyê. Ev hewldana Okûdînîa di çapemeniya Ûgandayê de bû rojev.
Wezîrê Tenduristiyê yê Ûgandayê jî li ser hesabê Twîtterê wiha nivîsî, “Dorîs bi rastî jî lehengek e û xebatkarên tenduristiyê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Ew her roj jiyana xwe feda dikin û jiyana bi hezaran mirovî rizgar dikin.”
ARTÊŞA JINAN A LI ETIYOPYAYÊ DI REFÊN HERÎ PÊŞ DE NE
Li Etiyopyayê jî stratejiya têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê bi profesyonelên sektora tenduristiyê ve hatiye girêdan. Ji bajarên mezin heta bi gundên biçûk ên herî dûr û di karantînayê de, ji bo xizmeta tenduristiyê bikin, ji bo bi nexweşên bi vîrûsa Covîd-19 re eleqedar bibin, ji bo pirsgirêkên hîjyenê çareser bikin û agahiyên rast têkildarî mijarê li nava gel belav bikin, 40 hezar jinên li sektora tenduristiyê dixebitin, seferber bûne.
Wezîra Tenduristiyê ya Etiyopyayê Temesgen Ayehû got, “Ev yek tevneke baweriyê ye ku jinan di nava salan de ava kirine û dike ku em zûtir xwe bigihînin civakê.”
LI MISRÊ XETA SÊYEMÎN A PARASTINÊ
Li Misrê jî Konseya Jinan a Neteweyî di destpêka meha Nîsanê de doktor û hemşîreyên jin bi bîr anî. Konseyê têkoşîna jinan a li dijî vîrûsa koronayê û pêvajoya şoreşê şiband hev.
LI 13 WELATÊN AFRÎKAYÊ WEZÎRÊN TENDURISTIYÊ JIN IN
Capîtal FM ku li Kenyayê weşanê dike ragihand, li 13 welatên parzemîna Efrîkayê wezîrên tenduristiyê jin in. Li Angola, Bûrkîna Faso, Kongo, Misir, Erître, Etiyopya, Eswatînî, Gîne Bîssaû, Lîberya, Mozambîk, Somalî, Tanzanya û Ûgandayê wezîrên tenduristiyê jin in.
Di çapemeniyê de tê destnîşankirin, li welatên ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin, têkoşîna li dijî pandemiyê hîn bi rêk û pêk û rêxistinkirî tê meşandin.

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan
NÛÇE

Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan

22/06/2025
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
JIN

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?
NÛÇE

Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?

22/06/2025
ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN
HAJMARA PDF

ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN

22/06/2025
Lêgerîna çareseriyê û kongra PKK’ê
QUNCIK NIVÎS

Çêkirina strana azadiyê

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.