Gerîlayên HPG’ê li Şemzînan, Çelê, Kerboran, Barzan û Semsûr li dijî leşkerên Tirk çalakiyên xurt lidar xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 6 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya ‘Pêngavên Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî’ de li Colemêrg û Başûrê Kurdistanê çalakî kirine. Di çalakiyên 6-7’ê Hezîranê ya li sê nuqteyên cuda de, 6 leşker hatine kuştin.
Agahiyên têkildarî çalakiyên li Colemêrg û Barzan wiha ne:
“Hêzên Me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî hêzên dagirker çalakiyên xurt didomînin. Di vê çarçoveyê de 6’ê Hezîranê hêzên me di saet 16:00’an de li dijî leşkerên li devera Maata ya li devera Govendê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya bi awayek xurt li çeperên dijmin hate xistin de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
Hêzên me 6’ê Hezîranê saet 18:00’an, li dijî leşkerên li Girê Merganiş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya li çeper û kozikên dijmin hate xistin de, di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatin kuştin.
7’ê Hezîranê saet 06:30’an, hêzên me li dijî leşkerên li Girê Bayrak ê girêdayî herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê çalakiyeke ya sekvaniyê liar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.