Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Niha Reqa arame û jiyan lê geş e

08/06/2018
in Uncategorized
A A
Niha Reqa arame û jiyan lê geş e
Share on FacebookShare on Twitter

6‘ê Hezîranê ji bo gelê Reqayê xwedî wateyeke girîng e, roja hezkirin, jiyaneke azad û serkeftina xêr li hemberî zulmê nîşan dide.
Şêniyên Reqayê çend salan di bin zilma çeteyan de man. Timî li bendê bûn ku Hêzên Sûriya Demokratîk wan ji zilma çeteyan rizgar bikin. Li ser vê yekê Hêzên Sûriya Demokratîk 6‘ê Hezîrana par de Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyan ragihandin û di 17‘ê Cotmeha heman salê de bajar rizgar kirin. Taxa Meşleb ku beşê herî mezin di bajêr de ye yekem tax bû ku hat rizgarkirin.
Derbarê roja îlnakirina pêngava rizgarkirinê de şêniyên bajêr nêrînên xwe anîn ziman.
Qasim El-Hesen: Hemd ji xwedê re em ji çeteyên DAIŞ‘ê xelas bûn, dema pêngava rizgarkirinê di 6‘ê Hezîrana 2017‘an de hate ragihandin, me deqe bi deqe, sanî bi sanî dijmartin da ku ji zilma çeteyan xelas bibin. Niha em azad in. Bi saya hevgirtina Ereb, Kurd û Suryan û Asur û hemû beşên civakê bajarê me roj bi roj geş û aram dibe.
Ebdulcelîl El-Hemûd: 6‘ê Hezîranê roja kêfxweşiyê ye, ji ber ku di vê rojê de pêngava rizgarkirina bajar destpê kir. Kêfxweşiya me ya di wê demê de nedihat wesifandin, ji ber ku em ji kabûsa 4 salan xelas dibûn. Em spasiya QSD‘ê dikin ku bajarê me rizgar kir, bi saya wan rewş aram bûye, em bi xwe, xwe bi rêve dibin.
Ehmed El-Salih: Çeteyên DAIŞ‘ê azadiya me asteng kiribûn, di nava 4 salan de kiryarên herî hovane li ser me pêk anîn. Em bi hemleya rizgarkirinê ku hate ragihandin gelek kêfxweş bûn, sebra me nema bû em li benda roja rizgarkirinê bûn. QSD‘ê wateyek nû da jiyana me, êdî em bi aramî dijîn..ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.