Xanên (Cihên lawir lê tên xwedîkirin) li taxa Cumeyê ya Qamişlo zêde ne, ev yek dibe sedema nexweşiyan. Xan di sala 1980’yî de li eraziyek vale dûrî bajar hatibûn çêkirin. Her ku bajar mezin bû mal li derdora xanan hatin avakirin. Ji salên 1990 ve mal li derdorê xanyan tên çêkirin. Bi vê re jî xeterî derketin holê. Êdî di taxa Cumeyê de mirov û lawir bi hev re jiyan dikin. Zêdehiyên lawiran (zibil û lawirên mirî) zererek mezin digihînin gelê taxê. Rêyên taxê bi ziblê û laşe lawiran, mêş û kelmêşan û bêhna nexweş tijî bûne. Ava baranê ya ku di çalan de kom dibe, bi demê re rengê kesk digire û mêşên cuda cuda hildigire.
Li taxê 220 xan hene, di van xanan de 70 hezar dewar û pez tên xwedîkirin.
Li gor agahiyên ji Şaredariya Rojhilatê Qamişlo girt, xan erdê gel ên taybet in. Şaredarî nikare dest deyne ser. Her xanek nêzîkî 500 metre ye û şaredariyê diyar kir ku ew erdek ewqas mezin di destê wan de nîne ji bo xanan ji nava bajar derbixin.
Tevî hewlên şaredariyê ji bo paqijkirinê lê dîsa kêm dimîne û nabe çare.
Ji şêniyên taxê Xêriya Qasim (50) bêzariya xwe wiha anî ziman: “Ji ber mêş û bêhna nexweş em ranakevin. Em nikarin xwarinê danin pêşiya xwe. Mêhvanek tê em şerm dikin çayekî bidinê mêş dikevin nav de. Bila ev mêş bên derman kirin. Dest û rûyê me ji pizikan (heb) nayê xwiyan. Dema em nêzî taxê dibin ji ber bêhnê em dizanin hatin e taxê.”
Welatiyê ji taxê Bavê Xazî jî diyar kir ku mêşa nexweşiya leşmanya ji avên pîs ên di taxê de çêdibin û wiha axivî: “Em nabêjin bila xanan rakin. Bila derman bikin û zibil paqij bikin.”
Yekîtiya Bazirganên Sewalan a girêdayî Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesaziya Qamişlo di 4’ê mehê de ji Şaredariya Rojhilat çend taleb xwestin û niha Gelê taxê li benda xistina meryetê ya Şaredarî û xwediyê xanan e…ANHA






