Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê û Şêxê Eşîra El-Bobena Farûq El-Maşî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze li Sûriyê
careke desthilatdariya Osmanî ava bike û da zanîn ku dagirkirina Efrînê mînaka vê yekê ye. El Maşî got, “Dema ku çeteyên DAIŞ’ê Minbic dagir kirin û komkujî pêk anîn dewleta Tirk bê deng bû lê niha gefan dixwe. Divê civaka navnetewî li dijî vê êrîşkariya dewleta Tirk derkeve.”
Farûq El-Maşî destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze careke din terorîstan vegerîne Minbicê û careke din dagirk bikin.
Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê û Şêxê Eşîra El-Bobena Farûq El-Maşî ji ANHA’yê re axivî û pêşketinên dawî gefên dewleta Tirk yên li ser Minbicê nirxand.
El Maşî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze li Sûriyê desthilatdariya Osmanî ava bike û got, Dagirkirina Efrînê mînaka vê yekê ye. Dewleta Tirk niha hewl dide demografiya herêmê biguherîne. Kesên ji Humis, Xota û gelek deverên din hatine û li şûna welatiyên resen ên Efrînê yên hatine koçberkirin, hatine bicihkirin.
El Maşî bi bîr xist, dema ku çeteyên DAIŞ’ê Minbic dagir kirin, Tirkiye li hemberî komkujiyên çeteyan ên li dijî welatiyên sivîl bêdeng m û wiha dewam kir, “Bi destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê re Tirkiyê dest bi gefxwarinên xwe yên li dijî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir. Ji ber vê yekê xuyaye ku dixwaze careke din komên terorîst vegerîne Minbicê û careke din wêranî û koçberiyê li bajar pêk bîne. Tirkiye dixwaze projeya DAIŞ’ê li herêmê temam bike. Çawa ku welatiyên Efrînê koçber kirin hewl dide heman senaryoyê li Minbicê jî pêk bîne. Dema min serdana Efrînê kir ez bûm şahidê destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyê. Artêşa Tirk li dijî welatiyên Efrînê hemû cûreyên çekan bikar anîn. Ji ber vê yekê em dikarin eşkere bêjin ku Tirkiye hewl dide di bin navên cûda de komên terorîst careke din vejîne.”
El Maşî bal kişand li ser rewşa rizgarkirina Minbicê û got, “Dema ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate avakirin, li rex wê Meclîsa Sivîl a Minbicê jî hate avakirin. Piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê banga têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê kir, Yekîneyên Parastina Gel/Jin û gelek tabûrên di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de banga Meclîsê bersivandin û berê xwe dan eniyên berxwedanê yên bajarê Minbicê û li rex ciwanên Minbicê beşdarî berxwedana rizgarkirinê bûn. Piştî ku van hêzan bajar rizgar kirin, di serî de YPG’ê û YPJ’ê bi awayekî fermî ji bajarê Minbicê vekişiyan û ewlehiya bajêr bi temamî radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin. Niha jî şêwermendên girêdayî YPG’ê ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê perwerde dikirin, ji Minbicê vekişiyan. Lê Tirkiye her tim hewl dide teliheviyan li Minbicê derbixîne. Lê welatiyên Minbicê planên Tirkiyê baş nas kirine.”
El Maşî da zanîn ku ti dijminahiya wan li dijî Tirkiyê tune lê ew li dijî siyaseta wan ya li ser Sûriyê û Minbicê ne û wiha axivî, “Şêwra di navbera Koalîsyona Navnetewî û Rêveberiya Minbicê de her tim berdewam e. Koalîsyona Navnetewî gelek caran di van demên dawî de serdana bajarê Minbicê kir. Dijminahiya me bi dewleta Tirkiyê re tune ye, lê belê em li dijî siyasetên AKP’ê û serkêşê wê Erdogan in, ku her tim gefan li bajarê Minbicê dixwe. Em bang li dewletên navnetewî dikin ku li hemberî komployên dewleta Tirk derbikevin.”
Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Farûq El-Maşî di dawiyê de diyar kir ku Minbic mozaîka gelan e û wiha got, “tişta ku çeteyên DAIŞ’ê hilweşandiye em ji nû ve ava bikin. Bajarê Minbicê beşekî ji Sûriya hevgirtî ye. Em hewl didin lehiya xwîna welatiyên Sûriyê rawestînin.”