Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagirkeriya Tirkiyê nayê qebûlkirin

08/06/2018
in Uncategorized
A A
Dagirkeriya Tirkiyê nayê qebûlkirin
Share on FacebookShare on Twitter

KNK’ê têkildarî dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku divê xelkê Bakurê Kurdistanê di van hilbijartinên 24’ê Hezîranê de derseke mezin bidin Erdogan û desthilata wan hilweşînin.Di daxuyaniya KNK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Tayyîb Erdogan, bi piştevaniya eniya faşîst MHP û Ergenekonê dîsa dest bi lêdana dahola şer kiriye. Piştî dagiriya Efrînê niha jî berê artêşa xwe daye Başûrê Kurdistanê. Ev demeke dirêj e ku Erdogan digel hevçeperên xwe şerê dijî Kurd û Kurdistanê, ji bo xwe kiriye armanca sereke. Erdogan bi referansên dîroka dewleta Tirk ya antî Kurd û antî Kurdistan bi rê ketiye. Aqûbeta xwe ya şexsî û siyasî li ser rûxandina gelê Kurd program kiriye.Ji 2015’ê û vir ve hem li bakur, hem li başûr û hem jî li rojavayê Kurdistanê ji êrîşkarî û dagirkerîyê pê ve tiştekî nake. Ji bilî wêrankirina Sûra Amedê, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê, ji Cerablûsê heta Efrînê, ji Başîka heta Biradostê, artêşa xwe seferber kiriye ku ji bilî bakurê Kurdistanê, parçeyên din yên Kurdistanê jî fetih bike. Erdogan desthilatdariya xwe li ser gola xwînê ava kiriye û dixwaze deshilata xwe li ser behra xwînê bidomîne.
Tirkiye di destê Erdogan da her diçe di nav krîz û kaosa polîtîk û ekonomîk da xerq dibe. Erdogan da ku xwe ji vê belayê jî xilas bike, hilbijartinên gelek lez û pêşwext îlan kir û di 24ê Hezîranê de hem ji bo serokkomariyê hem jî ji bo parlementoyê hilbijartin wê bêne kirin. Di vê hewaya hilbijartinan da Erdogan li garantîyekê digere ku dîsa bi dek û dolaban xwe bi ser bixe. Rêya herî rehet bo wî şerê dijî Kurd û Kurdistanê ye. Erdogan rijandina xwîna Kurdan ji bo xwe kiriye şerbeta serkeftina xwe ya siyasî.
Erdogan dixwaze ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di bin kontrola HPG’ê de ye, ber bi Başûrê Kurdistanê ve baskê dagîrîya dewleta Tirk fireh bike û li dora Kurdistanê ablûkakayê vehûne. Erdogan Qendîl ji bo xwe kiriye sembola zaferê. Erdogan bi vê hemleyê ve dixwaze di hilbijartinên 24’ê Hezîranê bo xwe garantîyekê pêk bîne.KNK bi giringî dixwaze bala hemû Kurd û Kurdistanîyan bikşîne ser vê bûyerê ku hişyardarîyeke bilind pêk bînin û di nav vî hewayê hilbijartinên 24’ê Hezîranê da nekevine xefletekê.Kurd pêkve, ji başûr, rojhilat, bakur heta rojavaya Kurdistanê û li diasporayê divê vê plana Erdogan sivik negirin û di nav hewildanên bergîriyê de bin.
Bi taybetî parlemento û hukûmeta Herême Kurdistanê û her weha hukûmeta Bexdayê divê operasyona leşkerî ya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê bi xurtî şermezar bikin û rê li ber bigirin.
Erdogan, piştî dagîrîya Efrînê ‘Operasyona Qendîlê’ ji bo xwe kiriye parolaya serkeftina hilbijartinên 24’ê Hezîranê. Lewma divê xelkê Bakurê Kurdistanê di van hilbijartinên 24’ê Hezîranê da derseke mezin bidin Erdogan û desthilata wan hilweşînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.