Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Minbicî wê derbarê xwe de biryar bidin

08/06/2018
in Uncategorized
A A
Minbicî wê derbarê xwe de biryar bidin
Share on FacebookShare on Twitter

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê helwesta xwe ya derbarê îtîfaqa Tirkiyê- Amerîka diyar kir û destnîşan kir ku îtîfaq rewşa Minbicê naguhere.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê derbarê pêşketinên dawî yên derbarê Minbicê de civînek lidar xist.
Di civînê de, endamên sazî û komîteyên rêveberiyê û komînan amade bûn.
Di civînê de Endamê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê Ferhad Şiblî axivî û got, “Me bi kerwanan şehîd da ta Minbic azad bû. Lihevkirinên ku têne kirin ne di aliyê siyasî de û ne jî leşkerî rewşa Minbicê naguhere, wê hemû biryarên di derbarê Minbicê de rêveberiya Minbicê bide.”
Ferhad Şibilî, anî ziman ku hin komên leşkerî yên girêdayî Mertala Firatê û hin siyasetmedar ên ku destekê ji dagirkeriya Tirkiyê digirin bi navê Minbicê di axivin û got, “Bi navê Minbicê di axivin û paşê li ser ka wê çi biriyarê derbarê Minbicê de bistînin bi hev dikevin. Ji nakokiyên wan diyar dibe ku rola wan di Minbicê de nîne, nikarin destwerdana di Minbicê de bikin. Li ser vê yekê gelê Minbicê di aliyê leşkerî de pişta xwe daye Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.”
Ferhad Şibilî diyar kir ew piştgiriyê didin her îtîfaqên ku ewlekariya herêmê misoger dike û da zanîn ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji du salan ve herêmê diparêze û bersiva her êrîşan dide.
Şibilî diyar kir ku, Rêveberiya Sivîl a Minbicê wê wekî berê herêmê bi rêve bibe û destnîşan kir ku gotegotên dibêjin dê “Koalîsyona Niştimanî” jî beşdarî rêveberina bajêr bibe, di lihevkirinên herdu aliyan de nînin.
Endamê Rêvberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê, Ferhad Şiblî di dawiyê de got, “Rêveberiya Sivîl a Minbicê û Gundewarên wê, di dema ku Meclîsa Leşkerî hate avakirin, ew jî hate avakirin û roleke pir mezin di xizmeta civakê de lîst.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.