Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Leşker û polîsên dîlgirtî bang kirin

08/06/2018
in Uncategorized
A A
Leşker û polîsên dîlgirtî bang kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Polîs û leşkerên ji aliyê PKK’ê ve hêsîr hatine girtin bang li dewletê, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl kirin ku ji bo wan bikevin nava liv û tevgerê.
Hikumeta Tirk ku ji bo endamên MÎT’ê, leşker û polîsên dîlgirtî tiştekî nake, bi bombebarana bi balafirên şer gefê li jiyana wan dixwe. 9 polîs û leşkerên dîlgirtî dixwazin ji bo qedandina dîlgirtina wan hewl bê dayin.
Serokê Karên Cihêkariya Etnîkî ya li Derveyî Welat ê MÎT’ê Erhan Pekçetîn û Rêveberê Çavkaniyên Mirovan ê MÎT’ê Aydin Gunel 4’ê Tebaxa 2017’an li bajarokê Dûkanê yê Silêmaniyê bi operasyoneke taybet hatibûn girtin. Ji bilî van, 9 leşker û polîsên Tirk di destê PKK’ê de dîlgirtî ne. Leşker û polîsên dîlgirtî diyar kirin ku şer çareserî nîne, dewlet wan ji nedîtî ve tê û xeteriyê li ser jiyana wan çêdike.
SEDAT SORGÛN: Ez ji Erzîromê me. Min li Girtîgeha Tîpa F a Wanê leşkerî dikir. Dema ku çûm betlaneyê, 13’ê Tebaxê di kontrola rê ya gerîlayên PKK’ê de hatim girtin. Nêzî sê sal in li vir im. Heta niha kesek li me negeriya, kesî li me nepirsî. Kes xwedî li me derneket. Em dixwazin ew xwedî li me derkevin.
UMÎT GICIR: Ji Balikesîrê me. 21’ê Îlona 2016’an li cihekî navbera Colemêrg-Çelê di kontrola rê ya PKK’ê de dîl hatim girtin. Li jenderme ya navçeya Çelê dixebitim. Hîn du meh nebû bû ku li wir hatim wezîfedarkirin. Nû hatibûm Çelê. Em dixwazin tiştek ji bo me bê kirin. Em li bendê ne ku siyasî, saziyên civakî yên sivîl û rayedarên dewletê piştî du salan êdî ji bo me tiştekî bikin. Em ji malbatên xwe jî hêvî dikin ku ji bo me tiştekî bikin. Bila zanibin ku rewşa me baş e.
SEMÎH OZBEY: Ji Meletiyê me. 17’ê Îlona 2015’an dema ji Dersimê ji bo betlaneyê diçûm Meletiyê dîl hatim girtin. Em ji her kesî li hêviya alîkariyê ne. Sê sal in li vir im. Nizanim bê kes ji bo me hewl dide, lê çi ji destê kê tê em li bendê ne ku bikin.
ADÎL KABAKLI: Ji Osmaniyeyê me. Li aliyê Dersimê ji aliyê PKK’ê ve dîl hatim girtin. Nêzî sê sal in li vir im. Heta niha ji bo me tiştek nehatiye kirin. Ev sê sal in em li radyoyê guhdarî dikin, lê kes qala me nake. Navê me jî nayê bilêvkirin. Bendewariya me ji dewleta me ye. Em ji vir bang li hemûyan dikin. Çima ji bo me tiştek nayê kirin?
MUSLUM ALTINTAŞ: Ji Rihayê, Xelfetiyê me. 2’ê Cotmeha 2015’an li Dersimê hatim girtin. Heta niha, yanî 3’ê Hezîrana 2018’an ez di destê rêxistinê de me. Bang li rayedarên hikumetê û dewletê dikim. Em li bendê ne ku hem ji bo me hem jî ji bo malbatên me tiştekî bikin.
MEVLÛT KAHVECÎ: Ji Eskîşehîrê me. 21’ê Îlona 2016’an, dema ji bo çêkirina qeyda ezmûnê ji Çelê diçûm Colemêrgê dîl hatim girtin. Nêzî du sal in li vir im. Me hewldanek ji bo xwe nedît, dengekî ji bo me nebihîst.
SEDAT YABALAK: Ji Mersînê me. polîs im. Li Rihayê wezîfedar im. 28’ê Tîrmeha 2015’an dema ji Erzîromê diçûm Rihayê li ser rêya Amed-Licê hatim girtin û heta niha di destê PKK’ê de me. Ji vê derê bang li rayedarên dewletê dikim. Bila ji bo me êdî tiştekî bikin.
SULEYMAN SÛNGÛR: Ji Sêrtê me. Li Çewlikê leşkeriyê dikim. Li ser rêya Amed-Licê di kontrola rê ya PKK’ê de hatim girtin. Sê sal in girtî me. Haya min ji dayik, bav, ji kesekî min nîne. Em ji CHP, MHP, AKP, HDP’ê, ji hemû partiyên siyasî tiştekî hêvî dikin. Em jî aştiyê dixwazin, bila mirov nemirin. Em dixwazin bigihêjin malbatên xwe.
HUSEYÎN SARI: Ji Mereşê me. Li Sarikamiş a Qersê wezîfedar im. Çawişê pispor im. 13’ê Tebaxa 2015’an dema ji Sarikamiş a Qersê diçûm Mereşê hatim girtin. 16’ê Tebaxa 2015’an daweta min hebû. Demeke dirêj di ser re derbas bû, lê em nizanin bê ji bo me tiştek hatiye kirin yan na.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.