Dijminê bavan nabe dostê lawan; gotineke pêşiyane ku rastiya li ser rûyê erdê bi tecrûbeyên jiyanê hatiye ser zimên. doste lê dikuje, hevkare lê li piştê dide, hevale ger ku berjewendiyên wî hebe.Ev jî rastiya dagirkeriya Tirk û faşîma dewleteke ku li ser dijminatiya kurd hatiye avakirin.Xwe dost dibînin lê dibêjin kurd tunene, ger kurd jî tunebin wê demê pirsgirêka kurd tune.Niha serokê rêjîma Tirk Erdogan ku desthilata xwe bi hebûna kurdan ve girêdide derdikeve ser dikê û dibêje “kurd birayên me ne û pirsgirêka kurd tuneye”. Gelo ger pirsgirêk hebe wê çawa bibe û çawa be?Beriya çend rojan Erdogan li Amadê bû û dewrewên wiha dikirin, û digot: “welatê kurdan heye ew jî Tirkiye ye”. Lê kurdan tune dike tune dibîne, yên ku serî natewînin jî bi hemû rêbazan êrîşê dibe ser wan, dixe zîndanan, dikuje û cihûwarên wan tune dike, saziyên wan xira dike û tune dike.Rastiya faşîzma AKP wiha ye.dema em dibêjin faşîzma AKP’ê û dagirkeriya Dewleta Tirk em tenê behse Bakurê kurdistanê nakin, êdî ji dagirkerên li ser parçeyên din ên kurdistanê zêdetir, dewleta Tirk dijminatiya kurdan li tevahiya kurdistanê û heta li Ewrûpayê jî dike û faşîmê bi kar tîne.Tenê bûyerên nava salên dawî em bi bîra we bixin, rastiya dijminatiya dewleta Tirk li ber çava ne.Ji destek dayîna Daiş’ê di êrîşên li ser Kobanê bigre heta êrîşên li ser gund û bajarên bakurê kurdistanê.Hilweşandina Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî û Şêrnexê. Kesên ku bi destê dewletê li van deveran hatin qetilkirin ji dayîka Taybet ya ku heft rojan cenazeyê wê li kolanê hate hiştin û rê nehat dayîn ku were rakirin heta pitika bi navê Mîray gelek sivîl bi hovîtî hatin kuştin. Li vir jî disa digotin me tiştekî wiha nedîtiye ,nekiriye û nebihistiye, lê hemû dunyayê dît û bihist tenê qatilan nebihist.Li başûr kurdistanê jî rewş ne Cûda ye. Li başûr aşiqên kujerên xwe derdikevin Holê. Gund têne bombebaran kirin, rûxandin û wêran kirin. gundî bi balefiran têne kuştin lê yek hewlest li dijî van êrîşan dernakeve û heta hincetên ku ew li dijî PKK’ê bombebaranê pêk tînin tên ziman. Ger Dagirkerî û êrişên li ser başûrê kurdistanê ji ber PKK’ê be, ma gef û êrişên li dijî referandûma serxwebûnê ku dihate gotin jî ji ber PKK’ê bû ku bi rojan artêşa dagirker tetbîqatên leşkerî li ser sînor dikirin û hazirtiyên êrîşê li ser herêma Kurdistanê dikir.Lê sed heyf û mixabin tevî van hemû êrîşan jî li başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê helwest neguherî, û teslîmbûn didome.Li rojavayê Kurdistanê jî aliyên xwe kurd û Kurdistanî dibînin û xwe wiha bi nav dikin jî sîxurtiya dewleta Tirk dikin û vê yekê didomînin.Êrîşa herî dawî ya li ser Efrînê û qetilkirin bi sedan jin, zarok, kal û pîr, bombebarana bê ser û ber jî ger ne hovîtî, dijminatî û qirkirin be çiye?Ev tenê bûyerên sê salên dawî, komkujî û ji kiryarên dewleta Tirk li ser kurdistanê ne ku me bi kurtahî bi bîr xistin.Kesên ku hê jî hêviyê ji dewleta Tirk dikin û li benda wê ne ku di mijara kurdîtiyê de alîkariya wan bike ne tenê xwe dixapînin, mirov dikar bibêje ew kor in û nabînin jî. Yanî, yên heta niha hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin ji bo wan kurtêlxur û xayîn jî bê gotin ne şaşe. Dijminatî wiha tê kirin û xiyanet jî li ber çavan e.
Seydî MIHEMED