Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser nimûneya çareseriyê ye

08/06/2018
in Uncategorized
A A
Rêveberiya Xweser nimûneya çareseriyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Berdevka Eniya Demokratîk a Sûriyê Meys Kirêdî diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nimûne ye û pêdiviya Sûriyê bi danûstandineke Sûrî-Sûrî heye.
Şandeya Eniya Demokratîk a Sûriyê di 4’ê Hezîranê de bi armanca hevdîtin û pêkanîna diyalogan serdana Herêma Cizîrê kir. Şande di serdana xwe de bi gelek aliyên siyasî re hevdîtin kir.
DİVÊ ÇARESERÎ Lİ SÛRİYÊ BE
Berdevka Eniya Demokratîk a Sûriyê Meys Kirêdî di destpêka axaftina xwe de armanca serdanên xwe ji bo Bakurê Sûriyeyê vegot: “ Bajarê Qamişlo yek ji qadên siyasî yên herî ferehe di sûrî de, hatina me ya ji bo Bakurê Sûriyê avakirina peywendiyan di navbera Eniya Demokratîk a Sûriyê û hêzên siyasî yên Sûriyê de ye, her wiha ji bo naskirina kar û xebatên ku li herêmê têne meşandin e.
Meys da zanîn ku ew bi diyalogên Sûrî –Sûrî re ne û got , “Em bi hêvî ne ku hemû hêzên Sûrî, li ser masyekê diyalogan çêbikin da ku bighêjin encamekê ku xizmeta gelê Sûrî bike.”
NİMÛNEYA
ÇARESERİYÊ YE
Meys bal kişand ser tecrûbeya Rêveberiay xweseriya Demokratîk û got: “Rastî ez nikarim bi kurahî ser biaxivim, lê projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nimûne ye û pêdiviya Sûrî bi danûstandineke Sûrî-Sûrî heye. Her wiha ya ku bala min jî kişand rola jin, rêxistinkirin, ewlehî û tevgera siyasî ya rengereng bi hemû pêkhateyan re modeleke nû û serkeftî ye. Rastî em rexnedayînê xwe didin ku heya niha min serdana bajarekî wiha ku xwedî tevgerkî siyasî xurt û avaker nekiriye.”
Meys Kirêdî da zanîn ku di encama serdana wê ji Cizîrê re xurtbûn, rol û rêxistinkirina jinan bala wê kişand û wiha domand: “Jinên Bakurê Sûrî taybet Rojava xwedî taybetmendiyek cûda ji herêmên din yên sûrî ne, di hemû qadên jiyanî, siyasî, leşkerî û diplomasî de pêşeng û xwedî biryarin. Her wiha tişta herî xweş û balkêş bû sitratîjiya Hevserokatî bû ku di her sazî û navendekê de hevserokatî hebû, ev tê wateya ku di hemû milan de edalet heye. Ev Rêxistin dikare hîn pêşketinên hişmendî ji gel re pêşkşê bike.”
ŞANDEYEK TAYBET JİN WÊ SERDAN BİKE
Berdevka Eniya Demokratîk a Sûriyê Meys Kirêdî dest nîşan kir ku ev tecrûbeyek dewlende û hevdîtinên xwe bi Rêveberiya Xweser re êrênî dibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: Di riya van hevdîtinan bawerim ku wê pêvajoyên nû ji bo Sûriyek demokratîk ava bibe. Ji ber tecrûbeya jin li Rojava di hemû qadan de mînake, di demên pêş de wê serdana jin taybet ji jinên Rojava re be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.