Berpirsê têkiliyên dîplomasiyê yê PYD‘ê Bekir Hec Îsa diyar kir ku peyama rêber Abdullah Ocalan di pêvajoyeke hesas de hat û got “Peyama Rêbertiyê hêzê dide projeya li herêmê”. Bekir Hec Îsa banga parastina destkeftiyên gelê Kurd û gelên herêmê kir.
Berpirsê têkiliyên dîplomasiyê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li herêma Firatê Bekir Hec Îsa têkildarî peyama rêber Abdullah Ocalan a 4‘ê Adarê ji ANHA‘yê re axivî.
Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de ji bo gelê Kurd gotibû, “Her tişt girêdayî têkoşîna we ye, eger we pêşketin pêk anî, her tişt wê çareser bibe. Eger hûn nikaribin jî her tişt wê weke xwe dewam bike, tecrîd û herikîna xwînê wê berdewam bike.”
‘ARMANCÊN PEYAMÊ GELEK IN’
Bekir Hec Îsa da zanîn ku peyama rêber Abdullah Ocalan di demeke hesas de hat û gelek armancên wê hene. Îsa wiha got: “Tevî tecrîda di nava 4 dîwaran de, ji gel û doza wî dûr neket. Ev di peyama wî de diyar dibe, ramanên wî mîna hêz û destekê ji bo projeya neteweya demokratîk in.”
Hec Îsa da xuyakirin ku Rêbertî banga yekitiyê, kombûna li derdora projeya neteweya demokratîk û xebateke hevpar ji bo parastina deskeftiyên bi xwîna şehîdan hatine qezenkirin, li gelên herêmê dike.
‘ÇARESERÎ DI HÊZA GEL DE YE‘
Îsa di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ji siyasetmedarên Kurd dixwaze çav û dilê civakê bin da civakê ber bi riya durist ve bibin û pirsgirêkên wê çareser bikin. Îsa got, “Rêbertî diyar dike ku çareserî di avakirina hêza gel de ye ku welatiyan tevan di nava xwe de dhewîne. Bi hêzê tenê hûn dikarin xwe û projeya xwe ya ku hûn ji bo wê dixebitin, biparêzin.”
Bekir Hec Îsa bi bîr xist ku rêber Abdullah Ocalan bang li Kurdên Bakurê Kurdistanê dike ku riyeke serbixwe hilbijêre ji bo ku nebin qurbnên komployên dewleta Tirk.
Hec Îsa got, “Peyama Rêbertiyê ji bo gelê Ereb şandî peyama ji bo şêniyên herêmê rehet bike ku jiyana hevbeş rêbaza herî guncaw a berxwedana parastina welat û jiyana aştiyane ye.”
Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawî de gotibû: “Li Rojava gelek eşîrên Ereb hene. Tuyê ji tevan re gelek silav û hurmetên min bibêjî. Dîsa ji wan kesan re ku li wir di saziyan de dixebitin, gelek silav û hurmetên min bibêje. Kesên li Rojava kedê didin gelekî binirx in. Ji ber xebata wan ez wan pîroz dikim. Xebateke pîroz dikin. Serkeftinê ji wan re dixwazim.”
Hec Îsa wiha pê de çû: “Hêza rasteqîn ne çek e, lê gel bingeha hêzê ye. Divê partiyên siyasî bibin yek û li hev bikin da ku civakê bi rêbazên rewa biparêzin. Rêber Abdullah Ocalan di payama xwe de dibêje kesên ku ji bo berjewendiyên kesayetî kar dikin, divê destên wan werin jêkirin. Ji ber ku projeya em pê rabûne ji bo azadiya gelan e ne ji bo azadiya kesayetî ye.”
Bekir Hec Îsa di dawiya axaftina xwe de got, “Peyama Rêbertiyê hêzê dide projeya herêmê. Em bang li aliyan tevan dikin ku ji bo serxistina projeya demokratîk a li herêmê û parastina destkeftiyên gelê Kurd û gelên herêmê bixebitin.”