Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo 4 rojan betlaneya fermî ragihand.
Ji aliye Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ku di çarçoveya tedbîrên vîrûsa Korona de civîn, xwepêşandan û meş hatin betalkirin, ji bilî saziyên mecbûrî bixebitin, li saziyên rêveberiyê hemûyan betlane hat ragihandin.
‘JI BO PÊŞÎ LI BELAVBÛNÊ BÊ GIRTIN’
Di biryarnameya Rêveberiya Xweser de ya bi jimara 28’an wiha hat gotin:
“Ji bo pêşî li belavbûna vîrûsa Korona bê girtin ku bûye nexweşiyeke cîhanî, ji bo Komîteya Tenduristiyê li saziyan, daîreyan û avayiyên giştî karê dezenfektasyonê bike, biryara betlaneyê hatiye girtin.
Di vê çarçoveyê de ji bilî saziyên ku mecbûr in bixebitin, saziyên fermî yên ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 16’ê Adara 2020’an heta 19’ê Adara 2020’an ketine betlaneyê.”