Hevserokê Gerînendetiya Tenduristiyê ya kantona Hesekê Ebdulezîz Meo got Desteya Tenduristiyê 7 odeyên cudakirî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kirin, wek girtekekê li hemberî belavbûna nexweşiya vîrûsa Koronayê amade kirine û bang li gel kir ku tevayiya girtekên hişyariyê yên ku aliyên têkildar girtine, bînin cih.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek girtek li dijî vîrûsa Korona ya nû (Covid-19), dibistan û saziyên sivîl girtin. Gelek girtekên hişyariyê li deriyên sînor girtin. Kombûn û tevayiya çalakiyan li herêman qedexe kirin. Bi tevlêbûna şaredariyan û komîteyên pispor desteyek ava kir. Herwiha bernameyeke pakkirina cihên giştî, saziyan û dibistanan li herêmê hat danîn.
Ji bo naskirina vîrûsa Korona rêbazên parastinê hevserokê Gerînendetiya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Ebdulezîz Mao ji ANHA’yê re axivî. Mao got, “Vîrûsa Korona bi mirov û lawiran dikeve. Ev vîrûs li bajarê Wohan ê Çînê hat vedîtin. Pişt re li piraniya welatên cîhanê belav bû.”
Mao bal kişand ser nîşanên pêketina vîrûsa Korona ku dişibin yên înfiluenzayê. Mirovên pê dikevin, ziwa dikoxin, laşê wan germ dibe û nefesa wan teng dibe. Ev vîrûs bi riya bêhnijîn û koxikê yan jî bi riya hewayê yan jî girtina destan belav dibe. Ev vîrûs êrişî pergala nefesê ya mirov dike.
RÊBAZÊN PARASTINÊ
Mao rêbazên parastinê destnîşan kirin û wiha got: “Divê mirov her 2 saetan carekê destê xwe bişû û berî û piştî destavê jî. Divê di cihên qerebalix de kemame (maske) û lepikan bi kar bînin. Ji cihên wisa dûr bikevin. Hewaya malan her tim biguherînn. Di dema belavbûna nexweşiyê de neçin derveyî herêmê. Tevî bicihanîna tevayiya girtek û perspektîfên aliyên têkildar.”
Ebdulezîz Mao diyar kir ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 odeyên cudakirî ji ber hewandina haletên nexweşiyê, ger çêbin, amade kirine. Wê kesên nexweş heta 14 rojan di wan odeyan de werin cudakirin (karantîna). Derbasî taqîgehên pêwîst bibin da ku teqez bibe vîrûs di laşê wan de heye yan na.
Mao bang li gel kir ku tevayiya girtekên hişyariyê yên ku aliyên têkildar girtine, bînin cih û li paqijiya xwe ya taybet baldar bin û ji cihên qerebalix dûr bikevin.