Li Êlihê Mala Dengbêjan a ji aliyê qeyûmê dagîrker ve hatî girtin, piştî 3 sal û nîvan dîsa hat vekirin. Dengbêj Ehmedê Xiyî da zanîn ku çanda dîroka sedê salan diparêzin û got emê dengbêjên ciwan bigihînin.
11’ê îlona 2016’an dewleta Tirk ya dagîker Şaredariya Êlihê dagîr kiribû û gelek saziyên çand û hunerê yên şaredariyê girtibûn. Yek ji van saziyên hatîn girtin Mala Dengbêjan bû. Mala Dengbêjan 3 sal û nîvan girtî ma. Şaredariya Êlihê ya HDP’ê dîsa ji nû ve Mala Çandê ya Dengbêjan vekir
Ji dengbêjan Ehmedê Xiyî bal kişand ser girîngiya birêxistinkirin û pêşxistina çandê û got, “Vekirina Mala dengbêjan wê pêşî li jibîrkirina dengbêjiyê bigire. Wê bi mala me re çanda dengbêjiyê zindî bimîne. Emê li vir dengbêjiyê bidin danasîn û ji bo gihandina dengbêjan emê bixebitin.