Darîn SILÊ/Ronahî Qamişlo
9`ê cotmeha 2019an ji ber êrîş û dagîrkeriya Dewleta Tirk, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran xelkên herêmê ji bajar û malên xwe dûr ketin. Ji bo xwedîderketina li wan Rêveberiya Xweser bi navê Waşokanî kampek ava kir.
Ji welatiyên li Kampa Waşokanî, Umer Ehmed Xedban, li ser destpêka şerê li Serê Kaniyê û dema derketina wan ji bajêr, ji rojnameya me re wiha axivî: “Ez ji Serê Kaniyê ji Taxa Ronahî me. Du kurên min hene. Berî şer ji me re digotin emê êrîşî bajarê we bikin, lê me bawer nedikir ku dewleta Tirk bi qirêjiya xwe erîşî me bike. Bi destpêkirina şer re me gelek astengî dîtin, bi taybetî dema derketinê de. Çimkî erebeyên me tinebûn. Destpêkê me berê xwe da Çiyayê Ebdulezîz. Em li wir qederê du heyvan li gel mirovên xwe man. Bişt re em hatin Kampa Waşokanî. Rêveberiya kampê alîkariya me kir. Li vê derê em jiyana xwe diqedînin.”
Umer Ehmed Xedban axaftina xwe wiha domand: “Serê her heyvê rêveberiya kampê xwerek û pêdiviyên jiyanê (weke nîsk, şekir, birinc, savar, rûn û galonê zeytê) li me belav dike. Weke din kehrebe, av û mazota me jî heye.”
Umer Ehmed axaftina xwe wiha qedand: “Hêviya min ew e ku em vegerin bajarê xwe û li hemberî dagîrkeran bisekinin.”
RÊXISTINA PARASTINA ZAROKAN (SAVE THE CHILDREN) ALÎKARIYA PENABERÊN LI KAMPA WAŞOKANÎ DIKE
Li ser heman mijarê Endamê Rêxistina Rarastina Zarokan (Save The Children) Basil Dendel, li ser alîkarî û xebata li Kampa Waşokanî, ev agahî dan rojnameya me: “Ji meha Çile ve me dest bi xebata xwe ya li kampê kiriye. Her heyv em alîkariya xelkên li kampê dikin. Destpêkê hin zehmetî hebûn, lê niha bi rêxistinî û nav bi nav em alîkariyê didin. Em xwerek û pêdiviyên baqijiyê jî didin wan. Li gorî jimara malbatê em alîkariyê didin. Hin m
albat jî rewşa wan ne baş e, bi derfetên heyî em alîkariya wan dikin.”
Basil Dendel bal kişand ser rewşa zarokan û got, “Ji ber şer û koçberiyê zarok dilşikestî bûne û tirs ketiye nava wan. Ji bo wê, demên pêş emê alavên lîstokan bînin û cihê lîstinê ji wan re çêkin.”
Endamê rêxistina parastina zarokan (save the children) Basil Dendel axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê gavê em kêfxweş in. Di demeke wiha de divê em ji gelê xwe re alîkar bin û morale wan xurt bikin. Bi hêvî me rêxistinên din jî yên alîkariyê, ji kampê re bibin alîkar. Çimkî gelê me di rewşeke asteng de ye û pêdiviya wî bi her tiştî heye.”