Koçberên gundên Girê Spî û Eyn Îsayê yên ji ber êrîşên arteşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê ji warên xwe derketîn gotin, “Sedema koçberbûna me dagîrkerî ye. Ji bo wê dewleta Tirk gundên ku sivîl tê de ne dikin hedef.”
Artêşa Tirk a dagîrker û çeteyên wê her roj herêmên Girê Spî û Eyn Îsayê topbaran dikin.
Bi taybetî gundê Fatse û Hiriyê yên Eyn Îsayê her roj tên topbarankirin. Ji ber wê şêniyên wan gundan ber bi kamp û gundên din ve koçber dibin.
Nûçegihanên ajansa nûçeyan Hawar rewşa koçberên niha li Kampa koçberên Girê Spî dimînin, şopandin û nêrînên wan girtin.
Jina bi navê Sara Hesen ji şêniyên gundên Fatse yê girêdayî navçeya Eyn Îsa wiha dibêje: “Artêşa Tirk a dagîrker bi topên xwe yekser gundê me dike hedef. Di gund de sivîl hene. Mala cîranê me hat topbarankirin, ji ber wê wêran bû û hinek ji wan birîndar bûn.”
Sara di dawiyê de wiha got: “Em neçar man ji gundê xwe derkevin û ber bi kampa koçberên Girê Spî ve koçber bibin. Em hêvî dikin vegerin malên xwe.”
Jina bi navê Zelxe Mistefa ya ji gundê Şergirakê jî wiha got: “Artêşa Tirk û çeteyên wê sedema koçberbûna me ne. Li wir ti ewleyî nîne heta ku em li malên xwe bimînin. Ji ber êrîşa dagîrkeran me terka gundên xwe kir û berê xwe da herêmên ewle.”