Sunday, June 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zanîngeha Rojava bûye hêviya xwendekaran

16/03/2020
in Uncategorized
A A
Zanîngeha Rojava bûye hêviya xwendekaran
Share on FacebookShare on Twitter

Hediya HISÊN

Ji bo bilindkirina asta xwendinê, Rêveberiya Xweser hewl dide derfetên xwendinê ji bo her kesî biafirîne û Sûriyeke demokratîk ava bike. Bi vê armancê ku Zanîngeha Rojava ava bûye, pêş dikeve û beşeke nû ya Mîkatronîka vedike.

Serokê peymangeha mîkatronîka Doktor Endezyar Kesra Hersan, li ser vê mijarê ji

rojnemeya me re wiha axivî: “Peymangeha mîkatronîka sala 2019an hat damezirandin û yekê meha 12an me dest bi xwendinê kir. Niha 14 xwendekar û 8 mamosteyên me hene. Em li bendê ne di demeke nêzîk de çend mamosteyên din jî tevlî me bibin. Piraniya materyalên me zanistî ne û endezyariya mîkatronîka ji beşa elektrîk, elektron û mekanîkê pêk tê. Heta niha dema vê beşê sê sal in, lê em dixwazin bikin pênc sal.”

Kesra Hersan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xwendekarên me zû pêş dikevin û eger rewş baş bibe, em bi hêvî ne di dema pêş de ji bo xwendekaran kargeh jî ava bibin.”

Derbarê mijarê de, xwendekar Lewend Hecî Yûsif jî wiha axivî: “Piştî dewleta Tirk Efrîn dagîr kir em koçberî Şehbayê bûn. Piştî ku min li wir xwendina xwe qedand, min berê xwe da Zanîngeha Rojava. Niha li beşa mîkatronîka ku gelek endezyariyan digire nava xwe, dixwînim.”

Lewend axaftina xwe wiha domand: “Zanîngehê ji me re xewgeh jî ava kirye û ji bo pêşketinê mamosteyên me pir kedê didin. Sîstema xwendinê jî gelek pêşketî ye û ji xwendekarên Bakûr û Rojhelatê Sûryê re gelek derfetên pêşketinê vedike.”

Lewend axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Destpêkê pirsgirêk pir bûn. Lê me ked da û em bi ser ketin. Xwendekar hemû jî bi vê rewşê kêfxweş in. Serkeftinê ji hevalên xwe tevan re dixwazim û spasiya mamosteyan û zanîngehê jî dikim.

 

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan
NÛÇE

Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan

22/06/2025
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
JIN

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?
NÛÇE

Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?

22/06/2025
ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN
HAJMARA PDF

ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN

22/06/2025
Lêgerîna çareseriyê û kongra PKK’ê
QUNCIK NIVÎS

Çêkirina strana azadiyê

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.