Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

24 leşkerên Tirk hatin kuştin

07/06/2018
in Uncategorized
A A
24 leşkerên Tirk hatin kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, li gelek herêman gerîla çalakî kirin û di encamê de herî kêm 24 leşkerên Tirk hatin kuştin ku 9 ji wan tîmên taybet in.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Şemzînan, Şirnex, Dersim û Bedlîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di çarçoveya Pêngava Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên berfireh kirin” û ev agahî hatin dayin:
“3’ê Hezîranê saet 23:30’î, hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li ser girê Korûcû yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê li ser hejmara leşkerên mirî û birîndar agahî bi dest neket. Wesayitên zirxî piştî çalakiyê ji bo destwerdanê hatin herêmê û hêzên me roja 4’ê Hezîranê saet 00:30’î li çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa ejder bi temamî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 9 leşkerên tîmên taybet hatin kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me çalakiyên berfireh li dijî dagirkeran kirin. Di encamê de gelek leşker hatin kuştin:
5’ê Hezîranê saet 16:50’î, li çiyayê Gabarê yê Şirnexê, li cihekî navbera Tabûra Zivingê ya herêma Findikê û Girê Guvenlîk, hêzên me li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra çalakiyeke sabotajê kirin. Di heman demê de derbên giran lê hatin reşandin û wesayit bi temamî hate rûxandin. Di çalakiyê de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Saetekê piştî çalakiyê, hêzên dagirker bi desteka wesayitên zirxî, tank û helîkopterên bi tîpa Kobra, termên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakirin.
LI BESTAYÊ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN
HPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyên gêrîlayan de li Bestayê 7, li Mêrdînê 1 û li Dêrsimê jî leşkere hatine kuştin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.