Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Emê li hember gefan xwe biparêzin

07/06/2018
in Uncategorized
A A
Emê li hember gefan xwe biparêzin
Share on FacebookShare on Twitter

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku ew êdî dikarin xebatên perwedeyê û parastinê pêk bînin, lewma koma şêwirî ya YPG’ê vekişiya û got ku hemleya rizgarkirina Minbicê bi erêkirina Tirkiyê destpê kiriye. Meclîsê da zanîn ku dewleta Tirk aramiya herêmê binpê dike.
Fermanariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê rewşa dawî ya Minbicê û vekişîna koma şêwirmendiyê ya YPG’ê daxuyanî li baregeha Meclîsa Leşkerî ya Minbicê a li devera Metahin da. Daxuyanî bi beşdariya hejmarek fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Mibicê ji aliyê Berdevkê Fermî yê Minbicê Şervan Derwîş ve hate xwendin.
Daxuyaniya Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wihaye:
“Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî ragîhandina damezirandina wê di 4’ê Nîsana 2016’an de, me dest bi hemleya leşkerî ya rizgarkirina bajar û gundê wê kir. Ev hemeleya ku di 1’ê hizêrana 2016’an de li dijî DAIŞ’ê destpê kir. Me piştgirî ji YPG û Koalîsyona Navdewletî xwest da ku em berdin rêxistina DAIŞ ji bajarê xwe û sivîlan rizgar bikin.
TIRKIYÊ PÊNGAV
ERÊ KIR
Li ser vî esasî me li baregeha İncirlik a li Tirkiyê civînek lidar xist. Nûnerên Amarîka û berpirsên Tirkiyê, her wiha şandeyek ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi serkêşiya Fermandarê berê yê Meclîsa me şehîd Edanan Ebû Emced amade bû. Di civînê de şerê Minbicê hate nîqaşkirin û bi beşdariya Tirkiyê lihevkirin pêk hat. Wiha hemeleya leşkerî hate destpêkirin û zêdeyî 2 mehan dewam kir. Di encamê de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û YPG’ê bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî di 15’ê Tebaxa sala 2016’an de bajar rizgar kirin.
YPG’Ê FERMÎ XWE
VEKIŞAND
Di dîroka 16’ê mijdara sala 2016’an de me wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê rêveberiya ewlekarî û leşkerî ya Minbicê wergirt. YPG’ê wê demê bi daxuyaniyeke fermî vekişîna xwe ya ji bajar ragîhand. Ev yek jî bi merasîma leşkerî pêk hat.
Me wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xebatên xwe yên avakirina saziyên rêxistinî ji bo parstina bajar dewam kir. Li ser vê yekê û li ser daxwaza me komek YPG’ê ji bo xebatên perwedeyê li Minbicê man. Ew bi sîfeta şêwirmend da ku alîkariya leşkerî di warê perwedeyê de bidin Meclîsa Leşkerî man. Ev bi awayekî kordînekirî û bi erêkirina Koalîsyona Navdewletî pêk hat. Îro û piştî 2 salan me dît ku Melcîsa me êdî dikare di aliyê perwede û parastinê de erka xwe pêk bîne. Hêz û tecurbeyya me di hemû aliyên perwerdeyê û şer de pêk bîn e, lewama itîfaqa bi YPG’ê re hate kirin ku koma wan a şêwirî ji Minbicê vekşe. Xebatên vekişînê dê di nava rojên pêş de pêk were. Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tekez dikin ku em dikarin parastina ewlekariya Minbic û sînorê wê ji gef û xeteriyên derve pêk bîn in..

TIRKIYE ARAMIYA HERÊMÊ BINPÊ DIKE
Tirkiye ku dixwaze aramiya herêmê binpê bike û demografiya herêmê bide guhertin, bi vê yekê jî armanca xwe ji dagirkirina bajarê Sûriyê nîşan dide. Lewma bi dehan komên çete yên girdayî dewleta Tirk riyan qut dikin û bace li ser welatiyan feriz dikin, her wiha ciwan, jin û zarokan direvîn in û wêraniyê ji herêmê pêk tîn in. Rê nadin ku sivîl vegerin gund û bajarên xwe. Ew tevlihevî û bê aramiya li herêmê dikin.

Li MINBICÊ ARAMÎ HEYE
Li aliyê din bajarê Minbicê ji dema hatiye rizgarkirin û heta niha û tevî hemû gefan têne kirin jî bi aramî û ewlekariyê jiyan dike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.