Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Başûr êrîşên dagirkeriyê şermezar kir

07/06/2018
in Uncategorized
A A
Gelê Başûr êrîşên dagirkeriyê şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Li Silêmaniyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Şoreşger meşek bi meşaleyan hate lidarxistin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Ciwanên ku li Baxê Giştî ya Silêmanî li hev civiyan, ji bo balê bikişînin ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li kolana Saholekeyê belavok li welatiyan belav kirin.
Ciwan ji Baxê Giştî heta kolana Saholeke meşiyan û dûre daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Ji Tevgera Ciwanên Welatparêz Akam Berzencî daxuyanî xwend û diyar kir, dewleta Tirk ji bo gelê Kurd li her derê tine bike û axa wan dagir bike, tevdigere.
Berzencî got, “Dewleta Tirk û terorîst Erdogan êrîşî çiyayên a Başûrê Kurdistanê dike. Lê bila terorîst Erdogan baş zanibe, wê ne karibe Qendîlê, ne jî Başûrê Kurdistanê dagir bike. Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabe û li ber xwe bide. Em ê nehêlin ku Biradost, Qendîl, Sîdekan û herêmên din ên azad ji aliyê dewleta Tirk ve bên dagirkirin.”
WÊ BIÇIN QENDÎLÊ
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku 8’ê Hezîranê roja înê saet 8’an wê li Parka Nalî ya Silêmaniyeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û piştre biçin Qendîlê.
Wekî din, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Çemçemal, Seyîdsadiq, Sengeser û Hewlêrê bi meşaleyan meş hatin kirin. Di çalakiyan de dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin û bang li gelê Başûr hate kirin ku li ber êrîşên dagirkeriyê rabe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.