Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwedî li dengê xwe derkevin

07/06/2018
in Uncategorized
A A
Xwedî li dengê xwe derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû li ser girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê axivî û diyar kir ku ferman dane ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin, ji bo vê jî wê dek û dolaban bigerînin û got, “divê li her derê kurd û hêzên demokrasiyê li dengên xwe xwedî derkevin.”

Karasû diyar kir ku AKP û MHP dibînin, dema HDP ji bendê derbas bibe wê ji desthilatdariyê bikevin, eşkere ye ku dikarin dek û dolaban bigerînin. Divê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê xwedî li dengan derkevin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû li ser girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji bo gelê Kurdistanê û hêzên demokrasiyê axivî.
Karasû bal kişande ser dek û dolabên dewleta Tirk ên li ser dengên Kurdistanê û diyar kir ku ji HDP, DEP, HADEP’ê û vir ve tim dengan didizin. Karasû got, `ev hilbijartin ji hilbijartinên beriya niha cuda ye. Ji ber ku di vê hilbijartinê de serketina HDP’ê tê maneya têkçûna AKP’ê. Ji bo vê jî ferman dane ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Wê li gorî serketina HDP’ê diyar bibe bê ka desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser kar bimîne ya na. Heke dengên ku bikevin sindoqê û jê derkevin yek bin teqez e ku desthilatdariya AKP-MHP’ê wê qels bibe û bikeve.” Karasû bi dewamî bal kişande ser tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê û got “Ev tifaqa helbet li Kurdistanê wê dek û dolaban bigerîne. Bêguman li Kurdistanê derfetên wan ên ku bikaribin dek û dolaban bigerînin zêdetir e. Ji ber ku li Kurdistanê tevgera dagirker heye. Li hemû Tirkiyê her çendî Rewşa Awarte hebe jî ev rejîm her carê li Kurdistanê û Tirkiyê cuda têne bikaranîn. Zext li Kurdistanê her carê 10 caran, 100 caran li ya nav Tirkiyê zêdetir e.”

DENG DIKARIN WERIN PARASTIN
Karasû wiha dewam kir, “Ji bo vê jî, divê Kurd, hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin û li sindoqan xwedî derkevin, biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin. Ji bo ku zêdetir deng werin dayin çawa xebat tê kirin, ji bo ku sindoq werin parastin jî divê xebat werin kirin. Bi vî rengî, bi xwedîderketina li sindoqan dengên ku ketine sindoqê wê hinekî werin parastin.” Karasû bang li Kurdan û hêzên demokrasiyê kir û got, “Beriya hilbijartinê çawa xebitîbin, çawa baldar bûn, dema dengdanê jî, dema vekirina sindoqan jî divê hişyar û baldar bin.
Karasû wiha pêde çû, “Kurd li dijî van zextan sindoq li kû derê bin divê biçine wir û dengên xwe bidin. Divê netirsin, bi tirsê tiştek naguhere. Ji xwe vê zext û zordariyê ji bo Kurdan tine bikin dikin. Ji bo vê jî, li dijî tinebûnê divê berxwedanî hebe. Heke îro berxwedanî nebe sibe wê dereng be. Jin, ciwan, hemû Kurd divê li ber xwe bidin. Divê biçin ser sindoqê, dengên xwe her çawa jî be divê biparêzin, divê vîna wan biçe ser sindoqê. Divê bibêjin ‘deng namûs e. Ên ku nikaribin Ii dengên xwe xwedî derkevin, nikarin li namûsê jî xwedî derkevin. Ên ku nikaribin li dengê xwe xwedî derkevin nikarin li Kurdbûna xwe jî xwedî derkevin, li nasnameya xwe jî. Piştî ku deng dan divê li wir bimînin û li dengên xwe xwedî derkevin.”

KURDAN KARAKTERÊ QIRKER Ê AKP’Ê BAŞ NAS KIRINE
Karasû ragihand ku Kurd AKP’ê ji gotinên wan an jî ji gotinên hinekî din bi propagandayê hîn nabin û diyar kir, Kurd, AKP çiye ne çiye, bi jiyanê hîn bûne, ew karakterê qirker ê AKP’ê yê dijminê Kurdan naskirin. Karasû di dema berxwedana Xwerêveberiyê de hilweşandin, şewitandin, talankirina bajarên Kurdan, ên mîna Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Geverê, kuştina bi sedan ciwanî, Cemîle ya ku cenazeyê wê di bûzxaneyê de hate veşartin, pitika Mîray a ku hatî kuştin, dayika Taybet ku li Silopiya cenazeyê wê hefteyekê li erdê ma, Qeyûmên ku anîn ser şaredariyên Kurd, zexta li ser siyasetmedarên Kurd, a li ser saziyên jinan, ciwanên ku hatine girtin, helwest û gotinên Erdogan ên li ser Kerkûkê, komkujiya AKP-MHP’ê ya li ser Rojava, Efrînê bi bîr xist û got, “Kurd wê vê ji bîr nekin û li dijî AKP’ê, Erdogan helwesta xwe bi zelalî nîşan bidin. Ji bo ku Kurd li dijî AKP’ê helwesta xwe nîşan bidin, ne sedemek, ne deh sedem bi hezaran sedem hene. Ji bo vê jî zêde hewceyî pê nîn e ku ji Kurdan re tiştek were gotin. Wan bi jiyanê karakterê faşîst û qirker ên AKP’ê nas kirine.”

Post Views: 74
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.