Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê gel li HDP’ê xwedî derkeve

07/06/2018
in Uncategorized
A A
Divê gel li HDP’ê  xwedî derkeve
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir, berpirsyarê komkujiyên li Cizîr û Sûrê Erdogan e û ji bo dawî li dîktatoriya şexsekî bê anîn bang kir ku deng bidin HDP’ê.
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Zubeyîr Aydar li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê axivî.
Aydar diyar kir, AKP dewama sîstema dewleta klasîk e, dewama polîtîkaya “Kurdan înkar bike, bêdeng bike, yên dengê xwe derdixîne jî bitepisîne” û got, “Carna agirbest, hevdîtin û diyalog çêbû be jî, ev yek ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd hatiye kirin. Ji ber ku ji bo AKP’ê, ji bo dewletê, tiştekî bi navê meseleya Kurd nîne.”
Zubeyîr Aydar bal kişand ser danezana hilbijartinê ya AKP’ê û diyar kir, di nava 3 salên dawî de çi kiribe, soza wê yekê didin. Aydar got, “Em, tifaqa AKP, MHP û Ergenekonê weke siyaseta mirin, rijandina rondikên çavan û xwînê û polîtîkaya tinekirinê dibînin. AKP û Erdogan ji bo me berpirsyarê komkujiyên Cizîr û Sûrê ne. Divê em li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Her Kurd divê bi vî rengî tevbigere.”
Aydar destnîşan kir ku divê mirov li 3 salên dawî binerin û biryara xwe li gorî vê yekê bide. Aydar got, “Eger em pêşî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bigirin ku li Cizîrê mirov bi saxî şewitand û êrîş bir ser Rojava, wê hingî çareseriyek peyda bibe.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar anî ziman ku eger mûxalefet hinekî hewl bide, bi taybetî hilbijartin û sindoqan ewle bike, wê desthilatdarî ji holê rabe û got, “Ji bo rizgariya ji zîhniyeta ku welat kiriye zindan, 24’ê Hezîranê rojeke girîng e. Pêwîste her kes bi vê bîr û baweriyê bixebite. Ev hilbijartin ji bo Kurdan gelekî girîng e. Divê Kurd pêşî li polîtîkaya komkujiyê ya AKP’ê, pêşî li êrîşên wê yên li ser Efrîn û Başûrê Kurdistanê bigirin.”
Li gel girtin, zext û zordariya li ser HDP’yiyan jî Aydar işaret bi xwedîderketina gel a li HDP’ê kir û anî ziman coşa heyî ji ya 7’ê Hezîranê bilindtir e.
Aydar diyar kir, dengên li Ewropa û derveyî welat jî wê zêde bibin û ya girîng ew e ku sindoq bên parastin.
Ji bo dengdêrên li Ewropayê Aydar got, “Girseyeke mezin a dengdêran li derveyî Tirkiyê heye. Di hilbijartinên bihurî de me dît ku HDP di rêza duyemîn de ye. Pêwîste di vê hilbijartinê de deng werin zêdekirin. Ji bo dawî li desthilatdariya AKP û Erdogan bê anîn, dengên li Ewropayê diyarker in. Girîng e her kes bi vê bîr û baweriyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.