Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li dijî nijadperestiyê nîşaneyên olî

07/06/2018
in Uncategorized
A A
Li dijî nijadperestiyê nîşaneyên olî
Share on FacebookShare on Twitter

Malbata Henna di sala 1915’an de di encama komkujiya Seyfo re berê xwe dan bajarê Qamişlo û li vir bi cih bûn. Nehîr Henna li Qamişlo li hemberî yekperestî û nijatperestiya dewleta Tirk di dikana xwe de nîşanêyên olan bi destên xwe çê dike û difiroşê.

Malbata Nehîr Henna ji ber komkujiya Seyfo koçberî Qamişlo dibin û Nehîr Henna bajarê Qamişlo li hemberî yekperestî û nijatperestiya dewleta Tirk di dikana xwe de nîşanêyên olan bi destên xwe çê dike û difiroşê. Karê wî yê sereke çêkirina nîşaneyên ola xiristaniyan û dema welatiyên olên din jê dixwazin nîşaneyan ji wan re jî çêdike.
Di dema Osmaniyan de gelek komkujî li ser gelê Suryan û Ermena pêk hat. Îro jî dewleta Tirk şopa pêşiyên xwe yên Osmanî didomînin. Dewleta Tirk a dagirker li ser gelan yekperestî, olperestî û nijatpêrestiyê ferz dike. Di sala 1915 an da gelek Ermên û Suryan bi komkujiya Seyfo re koçberî Rojavaye Kurdistanê bûn. Yek ji wan malbata Suryan a Henna ye. Malbata Henna di sala 1915’an de bi komkujiya Seyfo re berê xwe dan bajarê Qamişlo û li vir bi cih bû. Jiyana wan ku bi destên dagirkaran hate hilweşandin li Rojavaye Kurdistanê bi destdayîna hev pêk hat. Di nav ava kirinê de gelek zehmetî jî jiyan kirine. Her wiha bi ava kirina jiyanê xwestêken dagirkeran vala derxistin. Komkujiya Seyfo dapîr û bapîr ji zarokên xwe re parve dikin da ku dîroka wan winda nebe.
JI MÊRDÎNÊ HATIN QAMIŞLO
Malbata Nehîr Henna ji ber komkujiya Seyfo ji Bakurê Kurdistanê bajarê Mêrdînê navçeya Mîdyadê koçberî Rojava bûn û li bajarê Qamişlo bi cih bûn. Nehîr Henna di sala 1980 li Qamişlo ji dayîk dibe. Ji bo pêdîvîyên jiyanî yên malbatê di 20 saliya xwe de berê xwe dide Helebê. Li vir fêrî çêkirina nîşaneyên olî dibe û piştî ferbûna kar berê xwe dide bajarê Qamişlo. Beriya 10 salan li Sûka Qamişlo dikana kare xwe vedike û nîşanêyên hemû olan li vir bi destên xwe çê dike û difroşê.
Li hemberî olperestî, yekperestî û nejatperestiyê Nehîr Henna nîşanêyên hemû olan dest digre û tablo, tizbî, gustîlk, gerdenîk û hwd, çêdike. Li ser tabloyan ola Xrîstiyanî ku temsîl dike wenêyê Hz Meryem, ola îslamiyêt nivîsa xweda, sembolên ola Yahûdî û baweriya Êzîdiyan wenêyên Zerdeşt û hwd; çê dike. Nehîr wenêyên olan li ser makînê bi cih dike û dema ku ji makînê derdikeve derdora tabloyê jî dixemilîne.
NIKARIN
PIR RENGIYÊ BIKUJIN

Nehîr Henna li ser karê xwe diyar kir ku pêwîstiya hemû gelan bi wî karî heye da ku yekperestî were kuştin û wiha got: “Gel di milê olî de çi dixwazê ez çê dikim. Di karê xwe de Kêfxweş im. Kurd; Ereb Sûryan hemû pêkhate tên li gel min tiştên ku dixwazin ez ji wan re amade dikim. Ev kar ne demkî ye. Kesên ku ji wî karî hez neke nikarê berdewam jî bike. Li gel min 10 kes kar kirin lê mixabin hêzkirina wan ji kar re tunebû û dev jî kar berdan. Li dijî yekperestiyê û nejadperestiya dewleta Tirk a dagirker nîşanên pir olî û baweriyan ezê xûrtir hewl bidim ku çê bikim. Pir rengiya me nikarin bikin yek reng.”
ji bo şoreşa Rojava Nehîr wiha dibejê: “Rojava warê hemû mirovan e. Li dijî yekperestiyê gel berxwe dide. Mirov dikare bi azad li vir ol û baweriyên xwe biparêze.”…Mûrad KENDA-Qamişlo-ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.