Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li perava çemê Firatê peykerên hunerî

07/06/2018
in Uncategorized
A A
Li perava çemê Firatê peykerên hunerî
Share on FacebookShare on Twitter

Şêwekarekî ku mijarên hunera xwe ji hawirdora Firatê werdigire û bi peyker û tabloyên xwe yên hunerî dîrok û kevneşopiya herêmê vedibêje.
Şêwekar Cuma Seîd El-Hemo di sala 1968’an de li bajarê Reqqayê ji dayik bûye. Di destpêka salên 80’yî de girîngiyê dide şêwekarî û çêkirina peykeran. Di destpêkê de li ser mermer û kevirên reş şêwekariya xwe dikir.
El-Hemo li rex xwendina xwe ya enstûtiya kehrebeyê şêwekariya xwe dikir. Piştî demekê li navenda Hunera Şêwekariyê ya bajarê Reqqayê ji sala 1989’an heta 1996’an mamostetiya çêkirina peykeran dike. Her wiha di şîrketên dekor de jî dixebitî û ji sala 1988’an ve beşdarî gelek pêşangehên salane yên hunermendên Sûriyeyê dibe. El-Hemo beşdarî mîhrîcana El-Badiyê ya yekemîn û duyemîn dibe.Hunermed Cuma El-Hemo weke hemû welatiyên Reqqayê rastî zilm û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê dihat û ji ber xebatên wî yên hunerî gelekî ji aliyê çeteyan ve hatiye girtin û gelek peykerên ku çêkirine ji aliyê çeteyan ve hatine şikandin û desteserkirin. Hin peykerên ku çeteyan desteserkirine derbasî Tirkiyeyê bûne û li wir hatine firotin.
Piştî ku bajarê Reqqayê hat rizgarkirin, Meclisa Sivîl a Reqqayê hin peykerên ku El-Hemo çêkirine wergirtin û di hundirê avahiya Meclîsa Sivîl a Reqqayê de bi cih kirin. Peykerên ku hatine bicihkirin rewşa şer û wêranê ya li bajarê Reqqayê vedibêjin. Her wiha jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de di peykeran de diyar in û di tabloyan de jî mijarên girêdayî jinên Reqqayê tên vegotin.
Şêwekar Cuma Seîd El-Hemo behsa kurtejiyana xwe ya hunerî kir û wiha got: “Pisporiya min di çêkirina peykeran de ye. Ez beşdarî gelek pêşangehên li Sûriyeyê û li hin dewletên ereb bûme. Ez beşdarî gelek pêşangehên tekane û komî bûme. Piraniya xebatên hunerî yên min li ser kevirên reş, spî û li ser mermera îtalî ne.”
El Hemo got ku bi hatina çeteyên DAIŞ’ê re wî xebatên xwe yên hunerî rawestandin, nemaze ji ber ku gelek caran ji aliyê çeteyan ve hate girtin û hemû peykerên ku wî çêkirine şikandin û hin jî desteserkirin û wiha domand: “Piştî ku hatim berdan ez bi veşartî dixebitîm û min peykerên xwe di malê de binax dikirin.”
Cuma El-Hemo niha di çêkirina tabloyekê de dixebite. Tablo jî wêneyekî têkoşer Umer Eloş e. Her wiha ji bermahiyên siwareyên teqiyayî dê burcekî li bajarê Reqqayê weke bîranîn ava bike…Emîne El Elî..Reqqa

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.