Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rewşa xwe bi helbestan tîne ziman

07/06/2018
in Uncategorized
A A
Rewşa xwe bi helbestan tîne ziman
Share on FacebookShare on Twitter

Bi dijwarbûna şerê Sûriyê û zêdebûna wêranî ya di van heft salên borî de, koçberî veguherî beşekî jiyana welatiyên Sûriyê û jin bûn qurbaniyên wê yên sereke. Tevî hemû dijwariyan jî Hesna Hisêf rastiya jinatiya xwe bi helbestan tîne ziman û trajediya her malbateke Sûriyê vedibêje.
Jinên Sûriyê ku neçarî koçberiyê hatine kirin û di kampan de hatine bicihkirin, xwediyê serpêhatiyên herî dijwar ya di aloziya Sûriyê de ne. Li rex xemgîniyên wan ên ji ber serpêhatiyên tarî ku têre derbas bûne, niha jî ji ber dijwarbûna jiyanê astengiya dikişînin û pêdiviyên jiyanî nayên peydakirin.
Di kampa El-Tiwêhîne ya li gundewarê bakur rojavayê bajarê Tebqayê de jina bi navê Hesna Hesêf tevî sê zarokên wê hatiye bicihkirin. Hesna ji gundewarê Selemiyê ya parêzgeha Humsê ye ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê neçarî koçberiyê hatiye kirin.
Di derbarê rewşa koçberiya ber bi vê herêmê ve û rewşên ku têre derbas bûye de Hesnayê wiha got: “Ji ber şer em şerpeze bûn û li seranserî axa Sûriyê em koçberî gelek herêman bûn û herî dawî em li vir hatin bicihkirin. Li vir em hatin hembêzkirin û li hemberî serpêhatiya me rêzdar bûn. Ev salek e ez di vê kampê de bicih bûme û xemgîniya me hinekî kêm bû, lê eger em venegerin war û malên xwe ti carî derûniya me aram nabe. Me hemû bîranînên xwe li pey xwe hiştine.”
Di koneke biçûk a kampê de dayîka Hesna a 55 salî nivîsandina helbestan ku beriya 24 salan dest pê kiriye didomîne. Hesna helbestan bi zarave û devkiya xwe dinivîse û têde çand û nasnameya xwe vedibêje. Hesna hemû rewşên ku têre derbas bûye bi helbestan nivîsandine û vedibêje û piştrast dike ku jin xwedî afrîneriyeke cewaz in.Di derbarê aloziya Sûriyê de, bi taybet serpêhatiyên kuştin, şerpezekirin û koçberkirina welatiyên Sûriyê Hesna helbestan bi zimanê xwe yê Erebî vedibêje.
Hesna diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe ve ji helbestan hez dike û ji bo wê helbestvanên herî baş Ebû Fîras El-Hemedanî ye û ji helbestên wî gelek beyt û gelek beytên helbestvanên din ezber kirine.Koçberî û zîndan jî di nava beytên helbesta wê de hene û têde behsa birayên xwe yên di zîndanên rêjîma Baasê de ne dike…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.