Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rûpelek ji dîroka çapemeniya kurdî; Rojî Kurd

07/06/2018
in Uncategorized
A A
Rûpelek ji dîroka çapemeniya kurdî; Rojî Kurd
Share on FacebookShare on Twitter

Rewşenbîrên kurd 105 sal li dijî pergala Osmaniyan nerazî bûn, li hemberî vê yekê bêhelwest neman, zend û bendên xwe badan û Komeleya Hêvî’yê damezirandin. Rewşenbîran ji bo serwextbûna gel wê demê kovara Rojî Kurd derxistBeriya 106 salan rewşenbîrên kurd ji ber ku ji pergala heyî nerazî bûn, li hemberî vê yekê bêhelwest neman, zend û bendên xwe badan û li paytexta Al–î Osman li Stenbolê Komeleya Hêvî’yê damezirandin.Xwendekar û rewşenbîrên ku di vê komeleyê de ji bo gelê kurd li hemberî geşedanan agahdar bikin hewcehî bi derxistina bultenekê dîtin. Rojî Kurd navê wê bultenê bû û di bultenê de ji alfabeya kurdî bigire, heta rewşa jinê ya di civakê de, geşedanên siyasî û çandina fikra azadiyê di serê civaka kurd de cih digirtin. Bultena Rojî Kurd 105 sal li dû xwe hiştine, em ê ji aliyê xwe ve analîzeke li ser wê û kadroyên wê bikin. Rojî Kurd yekem car di 6’ê hezîrana 1913’an de li paytexta Al-î Osman ango li Stenbolê ji aliyê xwendekarên kurd de tê derxistin û belavkirin. Kovar bi awayekî mehane periyodîk di bin sîwana Komaleya Xwendekarên Kurd Hêvî’yê de dest bi weşanê dike.
Di kovarê de hem nivîsên polîtîk ên li ser nirxandina dewleta Al-î Osman û cîhanê hem nivîsên folklorîk ango çîrok hem jî li ser girîngiya ziman û girîngiya girêdana bi gel re cih digirtin. Wekî minak di hejmara duyem a kovarê de, di nivîsa ‘ HIŞYAR BIN’ de xetereya şerê cihanê li ber çavan tê raxistin û ji gelê kurd tê xwestin ku li gor berjewendiyên xwe divê tevbigerin û wek netewe li heq û mafên xwe xwedî derkevin. Dîsa di heman hejmarê de nivîsa; ‘
ZIMAN Û NEZANIYA
KURDAN’ de li ser girîngiya ziman tê rawestîn. Lê mixabin kovara hêja Rojî Kurd ji ber pêkutiyên Îttîhat û Terrakiyê encax 4 hejmar dertê. Nivîskar, xwendekar û siyasetmedarên wekî, Dr. Abdullah Cewdet, Babanzade Abdulazîz, Babanzade Îsmaîl Haqî, Ehmed Muhsîn, Doganê Bulgar, Fikrî Necdet, Salih Bedirxan, Ekrem Cemîlpaşa, Y.C.’ê Erxeniyî, Fûad Temo, Gendo, Hecî Qadirê Koyî, Mîdhat Bedirxan, Nalî, Şêx Riza Talebanî û hwd. ew kes in ku nivîsên wan di kovarê de derçûne. Der barê girtina kovara Rojî Kurd de Tewfîq Hamîd dibêje ku ew bi darbeyeke diktatoriyê hatiye girtin ku şopa Îttîhat û Terrakiyê têde heye…
Remezan Olçen-Amed

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.