Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Minbic.. Piştî rizgarkirinê pêşketinên mezin -5-

05/06/2018
in Uncategorized
A A
Minbic.. Piştî rizgarkirinê pêşketinên mezin -5-
Share on FacebookShare on Twitter

Bajarê Minbicê piştî ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin, ji bajarekî tarî û bê rih veguherî bajarekî aram. Her wiha bi hezaran koçberên ji seranserî Sûriyê berê xwe bidin vî bajarî. Lê dîsa jî dijminan aramiya bajêr armanc dikirin û siyasetên cûda li dijî wê birêvedibirin.
Di 12’ê Tebaxa 2016’an de bajarê Minbicê hate rizgarkirin û Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê mizgîniya serkeftinê dan ku serdema reş a DAIŞ’ê bi dawî bû û dest bi qonaxeke nû hate kirin.
Minbic di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de, hat hilweşandin û talan kirin. Niha ji nû ve hinaseya azadiyê werdigire û careke din li ser piyên xwe disekine.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştî ku bajar rizgar kir dest bi hemleya paqijkirina bajêr ji bermahiyên çeteyan kir.
GAVA YEKEMÎN AVAKIRINA KOMÎNAN
Meclîsa Sivîl a Minbicê piştî rizgarkirina bajêr weke gava yekemîn li ser avakirina meclîs û komînan tavilê dest bi civînên xwe yên bi welatiyan re kir û girîngiya avakirina meclîsên herêmî û komînan şîrove kirin.
Di nava komîn û meclîsan de gelek komîte hene û pêdiviyên welatatiyan pêşwazî dikin. Meclîsa Sivîl a Minbicê piştî ku hat avakirin û şûnde di nava çend mehan de bi sedan komîn û meclîsên tax û gundan ava kir û van komîn û meclîsan dest bi xebatên xwe kirin.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û avakirina herdu meclîsên Zagonsaz û Rêveber hatin ragihandin
Meclîsa Sivîl a Minbicê piştî hat vakirin bi 8 mehan bingeha Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê anî û Meclîsa Zagonsaz ji bo birêvebirina bajêr ava kir.
Rêveberiyê bi beşdariya hemû nûnerên pêkhateyên Minbicê di 28’ê Çileya 2017’an de Meclîsa xwe fireh kir, hêjmara endamên xwe ji 43’an derxist 132 endaman da ku hemû pêkhateyên herêmê karibin cihê xwe di meclîsê de bigirin.
Di 28’ê Sibata 2017’an de ango piştî mehekê Meclîsa Sivîl a Minbicê hate guhertin û bû Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê, Zeyneb Qember û Îbrahîm El-Qeftan weke hevserok hatin hilbijartin.
REWŞA BAJAR BAŞTIR DIBE
Piştî ku meclîs û komîn hatin avakirin û bermahiyên şer û çeteyan hatin paqijikirin, bajarê Minbicê derbasî qonaxeke nû bû û jiyana li bajêr ji nûve geş û zindî bû.
Tevî aloziyê li Sûriyê jî bajarê Minbicê di aliyê binesazî, aborî û xizmetguzariyê de ji nû ve tê avakirin û parastina wê tê xurt kirin.
Di bajêr de piraniya saziyên xizmetguzarî, ewlehî û civakî hatin avakirin û niha jiyana li bajêr birêxistin dikin.
Li bajarê Minbicê tevgereke bazirganî ya mezin heye. Rêveberiya Sivîl jî hewl dide sîstema koperatîfan li herêmê pêk bîne û gelek proje li herêmê pêşxistin.
Piştî rizgarkirina bajêr Meclîsa Sivîl tavilê dest bi vekirina dibistanan kir û bi sedan mamoste ji bo perwerdekirina zarokan amade kirin.
Di sala 2017’an de 340 dibistan ji giştî 400 dibistan hatin vekirin û di van dibistanan de bêtirî 120 hezar xwendekar hatin bicihkirin.
Li bajarê Minbicê her wiha akademiyên pêşxistina hişmendiya fikrî yên weke akademiya ciwanan a bi navê “Akademiya Şehîd Hozan Can” û “Akademiya Îsmaîl Ebû Hesen” hatin vekirin û van akademiyan jî bi sedan endamên saziyên herêmê perwerde kirin.
Rêveberiyê her wiha rewşa rêxistinî li Minbicê û gundewarê wê gelekî pêş xist û piştgiriya avakirina Yekîtiyan yên weke Yekîtiya Hunermend û Rewşenbîran kir.
PARASTIN
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê parastina sînorên bajêr girt ser milên xwe û li hemberî gelek êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê sînor parast. Her wiha Hêzên Ewlehiya Hundirîn jî ku piştî rizgarkirina bajêr hatibû damezrandin xebatên xwe yên parastina ewlehiya welatiyên sivîl li bajar û gundên wê didomîne.
Hejmareke mezin ji ciwan û jinên ciwan beşdarî nava hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn û ji bo perwerdekirina van ciwanan gelek akademî hatin vekirin. Yek ji van akademiya Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla bû.
JI BO KOÇBERAN BÛ CIHEKÎ BI EWLE
Bajarê Minbicê ku di serdema DAIŞ’ê de weke zîndanekê bû niha veguherî cihê bi ewle yê ku koçber ji seranserî Sûriyê berê xwe bidinê.
Li Minbicê bêtirî 100 hezar koçber hatine bi cih kirin. Rêveberiya Minbicê jî hemû pêdiviyên van koçberan tevî hemû kêmderfetan bi ciha anî û du kamp li herêmê ava kirin.
MÎNAKA SÛRIYA PÊŞEROJÊ
Bajarê Minbicê ku di dîroka xwe de weke mozayîka a çandî û etnîkî navdar e piştî ku ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin niha veguherî navenda jiyana hevbeş. Hemû pêkhate cihê xwe di Rêveberiya Sivîl a Demokratîk de digirin. Minbic niha veguherî mînaka jiyana hevbeş a Sûriya pêşerojê…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.