Rûnê sax yek ji xwarinên kevin ên gelerî li ba civaka koçeran e û sedema tenduristî û hêza laşê wan e.
Rûnê sax xwarineke gelerî ya Rojhilata Navîn û bi taybet a civakên koçeran e û sedema tenduristî û hêza laşê wan e. Rûnê sax di gelek xwarinên din de jî tê bikaranîn û bi taybet şîraniyan. Rûnê sax ji şîrê pez tê çêkirin û heta roja me ya îro berdewam tê çêkirin.
RÊBAZA ÇÊKIRINÊ
Di destpêkê de nivîşk ji şîr bi riya keyandin tê derxistin. Di serdemên kevin de bi meşkê (çermê pez) dihat keyandin û niha alavên keyandinê yên bi kehrebeyê derketine.
Piştî ku nivîşk tê derxistin xwê lê tê zêdekirin da ku rûnê sax bi ser bikeve û madeyên din jî dadikevin jêra lûlikê. Piştre rûn di lûlikeke din de tê rakirin û di serdemên kevin de rûnê sax di kûzên sêramîk de dihat rakirin û parastin.
meşk jî ji çermê beranan tê çêkirin ango bi pisportî tê gorandin û piştre hêriya çerm jê tê jêkirin û paqijkirin û piştre nêzî 15 rojan dixin ava xwê. Piştî ku çerm di nava ava xwê de tê meyandin, dest û piyên wê tên dirûtin û gelek caran dimsê hinaran dixin meşkê da ku tama xwê jê biçe.
Di çêkirina rûnê sax de jin pispor in. Girêdayî vê mijarê bêrîvana bi navê Necme El-Nasir a ji gundewarê navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî got ku rûnê sax di jiyana wan de madeyeke sereke ye û wiha anî ziman: “Çêkirina rûnê sax ji serdemên kevin ve ye û tenduristiya mirovan diparêze.”…ANHA