Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Efrînê ewlehî û aramî tune ye

05/06/2018
in Uncategorized
A A
Li Efrînê ewlehî û aramî tune ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin ku dagirkeriya xwe ya li Efrînê rewa nîşan bide. Ji bo vê yekê hemû rê û rêbazan bikar tîn in, çete welatiyan neçar dikin ku bi xizmên xwe yên li derve re biaxivin û ji wan re diyar bikin ku li Efrîn aramî û ewlekarî heye. Armanca wan jî dema welatî vegerin zilm û zordariyê li ser wan bimeşîn in.
Welatiyê ji Efrînê yê bi navê M.E. yek ji hezaran kesên bûn qurbaniyê siyasetên Artêşa Tirk û çeteyên wê. Hin ji xizmên wî di bin zexta çeteyan jê re gotin ku Efrîn arame û ew jiyanek bi ewle jiyan dikin. Li ser vê yekê biryar da ku vegere Efrînê, bi taybet ji ber ku hejmarek mezin ji xizmên wî nikarîbûn ji Efrînê derkevin.
Lê dema vegeriya ew matmayî ma. M.E. tenê sê rojan li Efrînê ma, di wan sê rojan de pê hesiya ku ew ketiye planên şerê taybet ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî wan bikar tîne.Tenê bi gotina ku “Bîna aştiyê li Efîrnê nîne” hestê xwe derbarê sê rojên li Efrînê jiyan kir anî ziman.
Welatiyê bi navê M.E. ji ber wan kiriyaran biryar da ku ji Efrînê derkeve. Derbarê wan sê rojên li Efrînê ma ev tişt anî ziman: “Dema ez gihiştim Efrînê, min Efrîn wekî berê ne dît. Heta bîna wê biyanî bû. Tu li kur dinere tu çeteyan dibîne. Pereyan ji mirovan dixwazin û êrîş dikin. Çete dikarin her tiştî bikin, bê yî tu kes parastina xwe jî bike.”
M.E. destnîşan kir ku tirs li ser riwê hemû welatiyên di Efrînê mane de diyar e. Nikarin emlakên xwe biparêz in û wiha dom kir: “Kesên dixwazin dikanên xwe vebikin, dibe ku rojekê were bibîne tiştek di dikanê de nîne. Dema kesek li gel çeteyan xebitî heqdestê wan nadin, tu nikare ji wan bixwaze jî. Ji bilî şerê navxweyî yên di nava çeteyan de li kolanan her diyar e, tu kes nikare tevî malbata xwe dakeve kolanê. Rojane tu dibîne ku çete çawa êrîşî ciwanan dikin.”
M.E her wiha destnîşan kir ku çete kengî dixwazin digirin ser malan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ez li wir bûm, min dît çawa di saetên sibê de li taxa Mehmûdiyê girtin ser malan û zêdeyî 150 welatî revandin. Di bin dagirkeriya çeteyan de jiyan li Efrînê nabe. Tu nizane kengî tê were revandin an were kuştin.”
Welatiyê bi navê M.E di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyên Efrînê kir ku ji rêbazên şerê taybet ê Artêşa Tirk û çeteyên wê hişyar bin û bawer nekin ku aramî û ewlekarî li Efrînê heye…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.