Rojnameya Ronahî

Em çiqas yek bin em ew qas bi hêz in

Nivîskar Ronî War, diyar kir ku ger Kurd li wêjeya xwe xwedî derkevin dikarin bêtir ziman pêş bixin û wiha got: “Em çiqas bibin yek û bi hevre têbikoşin em dê ew qas bêtir bi hêz bibin.
Weşanên Ava ji sala 2010’an heta niha di nava Pêşengeha Pirtûkan a TUYAP’ê ya Edeneyê de cihê xwe digire. Weşanên Ava bi pirtûkên Kurdî di nava pêşengehê de cihê xwe digire. Nivîskarê Weşanên Ava Ronî War, diyar kir ku bi pirtûkên Kurdî tenê weşana wan beşdarî pêşengiha pirtûkan a Çukurova dibe û wiha got: “Em bang li her kesî dikin ku bên pêşengehê. Em wekî weşanxaneya Kurd bi tenê meşdarî pêşengehê dibin. Divê her kes li zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî xwedî derkevin. Em li zimanê xwe xwedî derkevin. Em bi zimanê xwe bixwînin, binivîzin û bi axivin. Divê em li her qada jiyanê li zimanê xwe xwedî derkevin. Em çiqas li wêşeya Kurdî xwedî derkevin em dê karibkin ew qas ziman pêş bixin. Em çiqas bibin yek û bi hevre têbikoşin em dê ew qas bêtir bi hêz bibin.”